Li Kurdistana Rojhilat alozî her diçe mezin dibe

Piştî kuştina 2 Kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve xwepêşandanên Bane her çar bajarên din jî belavbû.

06.09.2017, Çar - 10:09

Li Kurdistana Rojhilat alozî her diçe mezin dibe
Nuçe Belav bike

Rojane Kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve têne kuştin.Herî dawî cardin du kolberên kurd ji aliyê pasdaran ve hatin kuştin.

Li himber vê yekê li bajara Banê kurda xwepêşandanek kir û ev bûyer şermezar kirin. Polis û hêzên ewlehiyê êrîşê xwepêşandanên kurd kirin û gelek kes birîndar bûn.

Lê li hember êrişên hêzên Îranê xwepêşandan nesekinînîn. Li bajarên din yên Kurdistana Rojhilat wek Merîvan, Serdeşt, Sakiz û Pîranşehrê jî xwepêşandan tên li darxistin.
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê di daxûyaniyekî de ragihand ku ew pişgiriya van xwepêşandana dikin.
Ji aliyek din ve Raportera taybet ya Netewên Yekgirtî bo pirsên mafên mirovan li Îranê Asma Cihangîr di raportekê de dibêje: “Desthilatdarên Îranê di binpêkirina mafên netewan de berdewam in û tenê di pênc mehên destpêkê yên sala 2017an de, zêdetir ji 30 kolberên Kurd bi guleyên rasterast yên hêzên ewlehiya Îranê hatine kuştin û 90 kolberên din jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1694 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:14:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x