Li Mehabadê welatiyekî Kurd ji aliyê polîsên Îranê ve hat kuştin

Welatiyekî Kurd li navçeya Mehabad a bajarê Urmiyê ya ser bi Rojhilatê, dema ku hatibû binçavkirin, ji aliyê pasdarên Îranê ve hat gulebarankirin û hat kuştin.

25.07.2024, Per - 12:53

Li Mehabadê welatiyekî Kurd ji aliyê polîsên Îranê ve hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî saziyên mafên mirovan ên Îranê, duh danê sibê li ser binçavkirina Ehmed Terman ê 52 salî hat xwestin ku bê binçavkirin.

Dîsa li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan, der barê Terman de biryara girtinê heye û mala wî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçkirin.

Ehmed Terman li taxa Baghe Sîsayê ya Mehabadê pêşî li ber deriyê mala xwe hat gulebarankirin. Ehmed Termanê ku piştî gulebaranê ket erdê jiyana xwe ji dest da.  

Cenazeyê Ehmed Terman ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x