Li Merîwanê dê meşên li dijî tundûtûjiya jinan birêve biçin

Li Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê îro Şemiyê dê li dijî diyardeya tundûtûjî û destdirêjiya ser jineke wî bajarî meşên nerazîbûnê birêve biçin.

10.09.2022, Cts - 06:52

Li Merîwanê dê meşên li dijî tundûtûjiya jinan birêve biçin
Nuçe Belav bike

Rêxistinên sivîl û çalakvanên mafê jinan ên Merîwanê dê îro meşekê bikin û li ber avahiya Dadgeha Merîwanê xwepêşandanê bikin û her wiha dê li cihên din yên bajêr jî meşa xelkê hebe.

Meş û civînên nerazîbûnê, karvedana li hember can ji destdana Şilêr Resûlî ya ku ji tirsa destdirêjiya kesekî xwe ji pencereya malê de avêt û di encamê de canê xwe ji dest da.

Xelkê Merîwanê daxwazê dikin ku kesê bûye sebebê mirina Şilêr Resûlî bi şêweya herî giran were cezakirin. Li gorî wan zanyariyên ku merivên Şilêr Resûlî dane Tora Medyayî ya Rûdawê, ew kesê hewla destdirêjiyê daye, ser bi Îtlaata Îranê ve ye û li Îdareya Îtlaata Merîwanê çekdar bûye. Niha ew hatiye girtin lê hîn nehatiye darizandin.

Dozgerê Merîwanê dibêje, dosyeya wî kesî hatiye amadekirin û tawana wî kuştina enqest e û ew daxwaza bidarvekirina wî kesî dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:56:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x