Li Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên Îranê û PJAKê de şer derket

Li navçeya Kosalan a ser bi bajarê Sewlawa yê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve di navbera gerîlayên PJAKê û hêzên Îranê de şer derket. Baskê Serbazî yê PJAKê ragihand ku di şer de serbazekî Îranê hatiye kuştin.

13.06.2023, Sal - 18:35

Li Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên Îranê û PJAKê de şer derket
Nuçe Belav bike

Ji serê sbeha Duşemê ve, Supaya Pasdaran bi hêzên peya, esmanî û topxaneyê li navçeyên çiyayî yên Kosalanê operasyonekê daye destpêkirin.

Fermandehiya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê, ku baskê serbazî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye, îro Sêşemê daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “Bi sedan kes ji hêzên Îranê li Çiyayê Qelenyan hatine bixihkirin û derdora navçeyê bi hawîn û topan tê bombebarankirin.”

Herwiha di daxuyaniya PJAKê de hat ragihandin ku gerîlayên wan di rewşa êrîşkirinê de nînin, lê ji bo xweparastinê çalakyeke nîşanşikênî encam dane û serbazekî îranê kuştine. Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PJAK dibêje heya dema belavkirina vê daxuyanyê, ti ziyanek negihîştiye gerîlayên PJAKê, lê tevgera hêzên Îranê û bombebarana navçeyê berdewam e.

Supaya Pasdaran a Îranî heya niha di derbarê operasyonê û şer û pevçûnên di navbera hêzên xwe û PJAKê de ranegihandiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:22:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x