Li Serdeştê belavkirina nûçeyan li ser bihayê kelûpelan hat qedexekirin

Îdareya Îtlaatê ya Bajarê Serdeşt, rêveberên kanalên Telegramê agahdar kirine ku nabe bihayê ti kelûpel û tiştekî belav bikin, ji ber dibe sedema nîgeranî û aloziyê li nav bazarê.

12.05.2022, Per - 14:12

Li Serdeştê belavkirina nûçeyan li ser bihayê kelûpelan hat qedexekirin
Nuçe Belav bike

Îdareya Îtlaatê ya Bajarê Serdeşt, rêveberên kanalên Telegramê agahdar kirine ku nabe bihayê ti kelûpel û tiştekî belav bikin, ji ber dibe sedema nîgeranî û aloziyê li nav bazarê.

Ev piştî wê yekê tê ku van rojan nûçeya bilindbûna bihayê kelûpel û pêdiviyan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûye, li parêzgeha Urmiyê hinek dikandaran dest bi depokirinê kirine û xelkê jî berê xwe dane dikan û firoşgehan û kelûpel li bazarê gelekî kêm bidest dikevin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Îdareya Îtlaatê ya Bajarê Serdeşt, roja Çarşemê 11ê Gulana 2022ê bi rêya berpirsê karûbarên rojnamevanên wî bajarî rêveberên kanalên nûçeyan agahdar kirine ku tenê bi mohleta yekîtî û encûmenên pîşeyî yên peywendîdar dikarin bihayê kelûpel û pêdiviyan belav bikin.

Rêveberê Pîşesazî û Bazirganî yê Parêzgeha Urmiyê Ebdulhemîd Sertîpî ji Ajansa ÎLNA, Ajansa Karkerên Îranî re gotiye, sedeme nebûna kelûpel û pêdiviyan bi wê yekê ve girêdayî ye ku xelk zêdeyî pêdiviyên xwe dikirin û kelûpelan li mal depo dikin.

Derbarê mijarê de çavkaniyekê ji bajarê Serdeşt ji Rûdawê re got: “Ligel wêya ku xelk zêde kelûpelan dikirin, dikandar jî kelûpel û pêdiviyan depo dikin û ev jî bûye sedem kelûpel di bazarê de nemînin.” Li gor wî çavkaniyê, roja Çarşembê Navenda Çavdêriya Bazarê serdana dikanên Serdeşt kirine û kelûpel li wan hebûne, lê her piştî wan, kiryaran serdana dikanan kirine lê dikandaran ji wan re gotine ew tiştê hun dixwazin nînin.

Giranî û nebûna kelûpel û pêdiviyan hevdem e ligel wêya ku Îranê dest bi hinek guhertinên aborî kiriye û dixwaze subsîda (hevkariya hikûmetê) kelûpel û pêdiviyan rawestîne. Navenda Rêxistina Bazarê li Îranê îro bi awayekî fermî bihayê hinek kelûpelan giran kir, ji wan hêk, rûn, mirîşk û şîremenî.

Ji bo azadbûna bihayê kelûpel û pêdiviyan bargiraniyeke zêde li ser xelkê çîneke, hikûmet bo dema du mehan hevkariyê dike, %30ê kêmdahatên civakê 400 hezar timen (nêzîka 130$ bo her kesekî) û navendî jî 300 hezar timen (wate 100 dolar). Lê belê bihayê nan, derman û benzînê nayê zêdekirin û bo hemû kesekî tê dayîn.

Giranbûna kelûpelan di rojên borî de li hejmarek bajarên parêzgeha Xuzistan li başûrê rojavayê Îranê bû sedema nerazîbûna xelkê. Hevdem ligel van bûyeran şeva borî, li parêzgeha Xuzistan internet bi awayekî demkî hat qutkirin. Rêxistina Net Blex, ku çavdêriya internet azad li Tirkiyê dike, qutkirina internetê piştrast kiriye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:32:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x