Malbata Jîna Emînî li dijî kiryarên girtina keça xwe gilî vekir

Malbat daxwaz dike ku lêkolînên pêwîst û berfireh derbarê çawaniya desteserkirina Jîna de werin kirin

29.09.2022, Per - 11:53

Malbata Jîna Emînî li dijî kiryarên girtina keça xwe gilî vekir
Nuçe Belav bike

Malbata keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, li dijî kesên ku keça wan girtine gilî tomar kir.

Salih Nîkbext ku yek ji parêzerên malbata Jîna Emînî ye ji medyaya Îranê re got, malbata Jîna Emînî gilî li dijî kesên ku keça wan girtine tomar kir.

Herwaha got; di yekemîn civîna dadgehê de ku duhî Çarşemê 28ê Îlonê de hat lidarxistin, wan daxwaz kir ku lêkolînên pêwîst û berfireh derbarê çawaniya desteserkirina Jîna, ji dema girtina wê û heta dema veguhestina wê bo nexweşxaneyê, bi vîdeo û wêneyên were kirin.

Parêzer her wiha daxwaz ji rayedarên Îranê kir ku hemû vîdyo û wêneyên ku di heyama girtina Jîna Emînî li navenda polîsên exlaqî de peyda bikin.

Mehsa “Jîna” Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqiz, Urmiye, Mehabad û Pîranşar û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û hejmarek ji bajarên Îranê derketine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x