Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik jı bo wefatê Elî Qazî peyama sersaxiyê şand
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik jı bo wefatê Elî Qazî peyama sersaxiyê şand.
Peyama sersaxi ya Mustafa Özçelik wiha ye:
Welatperwerê Kurd, kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Serokê Berê yê PAK-Rojhilatê Kurdistanê, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, kak Elî Qazî Mihemed roja 10.07.2022yê li bajarê Bonn a Almanyayê ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.
Kak Elî Qazî ji ber nexweşîya xwe vê dema dawî nikaribû Serokatîya PAK Rojhilatê Kurdistanê berdewam bike, lê her wek Seroke Manewî yê partîya xwe bû.
Em bi wefata kak Elî Qazî gelekî xemgînin.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgirên partîya me, ji malbat û hezkirîyên kak Elî Qazî ra, ji Serokê PAK-Rojhilatê Kurdistanê kak Huseyîn Yezdanpena û hemû endam û alîgirên PAK-Rojhilatê Kurdistanê ra sersaxîyê dixwazim.
Serê gelê Kurdistanê sax be.
10.07.2022
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê