Partiyên Rojhilatê: Plana Amerîka li hember Îranê zelal nîne

Partiyên kurdî li Îranê ragihandin ku hikûmeta Amerîkayê ji bo şêwaza rûbirûbûna Îranê xwediyê planeke diyarkirî nîne û ew plan di berjewendiya Komara Îslamiya Îranê de ye.

17.06.2017, Cts - 09:42

Partiyên Rojhilatê: Plana Amerîka li hember Îranê zelal nîne
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Rûdawê, Partiyên kurdî li Îranê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson yên di derbarê guhertina sîstema destihlatdariyê li Îranê bi şêwaza aştiyane, li dijî siyasetên Serokê Amerîkayê Donald Trump dinirxînin.

Ew partî ji vê yekê jî dilgiran in, ew plana ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê behsa wê dike, bibe sedema guvaşên bêtir li ser neraziyên navxwe yên Îranê û tekez dikin ku ew plan di berjewendiya Komara Îslamiya Îranê de ye.

Berdevkê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-Î) Aso Hesenzade derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê de dibêje bi başî hizir li wan gotinan nehatiye kirin, lewre bi gotina wî, ew gotin li gel helwestên din ên hikûmeta Amerîkayê ciyawaz in, ji aliyekê behsa rûbirûbûna Îranê tê kirin û ji aliyekê din behsa guhertinê tê kirin.

Ason Hesenzade got: "Hikûmeta Trump di navbera hikûmet û guhertina şêweya reftara Komara Îslamî de, xwe yekalî nekiriye, bi wê yekê jî Komara Îslamî qazancê dike."

Hesenzade destnîşan kir ku gotinên Tillerson glopa kesek e ji bo ku bizanin bandora wan axaftinan di navxweyê Îranê de dê çawan be.

Cîgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Riza Keibî jî li ser vê mijarê di wê baweriyê de ye ku ew siyaseta Amerîkayê tişteke nû nîne, lê belê ew jî daxuyaniya Rex Tillerson a derbarê Îranê de û siyaset û gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Îranê bi du tiştên ji hev cuda dibîne.

Riza Keibî tekez dike, ku nabe Partiyên kurdî li Îranê li benda welatekî din bin, belku dive bizavên cemawerî çalak bikin û yekbûna xwe biparêzin û eger derfet jî çê bûn, divê sûd ji derfetê werbigirin.

Ji aliyekê din ve Endama Serkirdatiya Komele, Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komonîst a Îranê Sirwe Nasirî jî ragihand ku ew cur ji helwestên hikûmeta Amerîkayê alîkariya baskê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê û baskê tundrewan dike û hincetan dide wan, da ku li navxweyê welat guvaşan li ser çalakvanan zêdetir bikin.

Sirwe Nasirî dide xuyakirin: "Xelkê Îranê û Kurd ji gef û sozên hikûmeta Amerîkayê dilxweş nînin. Komara Îslamî ji nakokiya navbera Amerîka û Îranê ji bo qazanca xwe mifa wergirtiye."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di daxuyaniyekê de gotibû, siyaseta Amerîka di asta Îranê de hêj tevav nebûye, lê belê tekez em agahdar in ku Îran siyaseta fitnekariyê li herêmê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x