Pisporê Leşkerî Hemewendî: Îran PJAKê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, lewma wê bombebaran neke

Mihemed Salih Hemewendî,‘’Sedema sereke ya bombebarana rejîma Îslamî ya Îranê li ser baregeh û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê mebestên siyasî yên faris, kurd û pêkhateyên din e.

01.10.2022, Cts - 14:12

Pisporê Leşkerî Hemewendî: Îran PJAKê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, lewma wê bombebaran neke
Nuçe Belav bike

Pisporê serbazî Mihemed Salih Hemewendî , ‘’Sedema sereke ya bombebarana rejîma Îslamî ya Îranê li ser baregeh û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê mebestên siyasî yên faris, kurd û pêkhateyên din e.

Derbarê êrîşên Îranê bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Salih Hemewendî dibêje: ‘’Xelkê Îranê ji jiyana xwe nerazî ne û daxwaza azadiyê dikin, lê Komara Îslamî ya Îranê dixwaze bi êrîşa li ser partiyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê hevkêşeya siyasî biguhere, yan jî ji kolanên Îranê re bibêje ku xwepêşandanên li welatê me komployeke navdewletî ye! ‘’

Li ser peywendiya PJAK- PKKê ligel Îranê jî Mihemed Salih Hemewendî dibêje: ‘’Îranê di heyama du rojên borî de çendîn caran bi firokeyên bê firokevan û mûşekên balistîk êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirine û di encamê de hejmarek pêşmerge û hemwelatî hatine kuştin û birîndarkirin. PJAK baskê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, komeke Îranê ye û berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê diparêze.”

Beramber helwêsta Berhem Salih li ser êrîşên Komara Îslamî ya Îranê jî Mihemed Salih Hemewendî dibêje: ‘’Serokomarê Iraqê Berhem Salih xwe wek parêzvanê destûra bingehîn a Iraqê dibîne, lê li hemberî êrîşên Komara Îslamî ya Îranê helwesteke cidî nîşan nedaye û helwesta wî gelekî lawaz e. Ji ber vê yekê tenê sê roj şûnda behsa teqînên li dijî Herêma Kurdistana Iraqê kir."

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x