PJAK: Di êrîşa Tirkiyê de li sînorê Silêmaniyê 2 endamên me canê xwe ji dest dan

YRK baskê çekdarî yê PJAKê ragihand, di êrîşeke dronî ya Tirkiyê de bo ser Çiyayê Asos li parêzgeha Silêmaniyê 2 endamên wan canê xwe ji dest dane.

24.08.2022, Çar - 12:43

PJAK: Di êrîşa Tirkiyê de li sînorê Silêmaniyê 2 endamên me canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Roja 22ê Tebaxê dronekê Çiyayê Asos li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kiribû, bêyî ku ti zirarên êrîşê bên aşkerekirin.

Serokê Şaredariya Şarbajêrê Kameran Hesen jî heman rojê ji Rûdawê re diyar kiribû Çiyayê Berzût li nêzîk gundê Qemiş li sînorê navçeya Şarbajêrê hatiye bombebarankirin û gotibû, “dever gelek caran hat bombebarankirin û ji ber wê em û xelkê navçeyê dilgiran in.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê çekdarî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye, roja Sêşembê 23ê Tebaxê derbarê wê êrîşê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, êrîş ji aliyê “droneke Tirkiyê” ve hatiye pêkanîn.

YRK di daxuyaniya xwe de dibêje, “Di 22ê Tebaxa 2022an de balafira keşfê ya dewleta Tirkiye li ser herêma Asosê geriyaye, di seatên nîvro de yekîneyek hêzên me dema ku li ser erka xwe bûne dibin hedefa êrîşên balafira keşfê. Di encama vê êrişê de 2 hevalên me şehîd bûne.”

YRKê di wê daxuyaniya xwe de ti zanyarî û hurgilî derbarê êrîşê û nasnameya endamên xwe de aşkere nekiriye û ragihandiye, ew dê di demeke nêzîk de nasnameya her du endamên xwe aşkere bikin.

Di Hezîrana îsal de jî droneke Tirkiyê otomobîlek li sînorê navçeya Şarbajêr bombebaran kiribû û di encam de 2 endamên PKK canê xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bûbû.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê wê êrîşê de ji roja 22ê Tebaxê ve heta îro ti daxuyaniyek nedaye, lê herî dawî ragihandiye, li navçeya operasyona “Pence Kilîd” ku navçeyên Zap, Avaşî-Basyanê li sînorê qezaya Amêdiyê li xwe digre, 6 gerîlayên PKKê di êrîşeke hêzên wan de canê xwe ji dest dane.

Endamê Fermandariya PJAKê “Yûsif Mehmûd Rebanî” yê bi nasnavê “Rêzan Cawîd” jî roja 6ê Tebaxê di êrîşeke bi dron a Tirkiyê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:05:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x