Rojhilat; Li Sine ahenga Hewramanê hat lidarxistin

Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê aheng û merasimên salvegera tomara cîhanî ya Hewramana Rojhilat di nav lîsteya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê hat lidarxistin.

28.07.2022, Per - 11:13

Rojhilat; Li Sine ahenga Hewramanê hat lidarxistin
Nuçe Belav bike

Duh Çarşembê 27 Tîrmeha 2022an salek di ser tomara cîhanî ya Hewramana Rojhilat li UNESCO re derbas bû, bi vê helkeftê merasimek li mala Mestûre Erdelan li avahiya Xesrew Ava ya bajarê Sineyê birêve çû.

Sala bihorî Komîteya Mîratên Cîhanî ya rêxistina UNESCOyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî heft cihên nû li cîhanê xistin di lîsteya xwe ya Mîratên Cîhanî de, ku yek ji wan Hewremana Text a ser parêzgeha Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Xweza, çand û dîroka Hewramana Text wiha kir ku ew weke dewlemendiyeke cîhanî were naskirin.

Hewraman herêmeke Kurdistanê ye ku beşeke wê li Rojhilatê Kurdistanê ye û beşek jî ketiye aliyê Başûrê Kurdistanê.

Li aliyê Rojhilatê Kurdistanê jî beşek ji navçeya Hewramanê li parêzgeha Sine û beşek jî li sînorê parêzgeha Kirmaşanê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x