Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em hêsankariyan dikin daku Îranî bikarin têkilî bi cîhanê re bikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê aktîvkirina interneta Starlink bo xelkê Îranê ragihand, ew hewl didin bo xelkê Îranê hêsankariyan bikin daku bikarin peywendî bi hev û bi cîhanê bikin.

27.09.2022, Sal - 06:50

Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em hêsankariyan dikin daku Îranî bikarin têkilî bi cîhanê re bikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price ji Rûdawê re ragihand, Starlink hardwêr jî pê re ye û heftiya bihorî moleta giştî ya duyem wergirt ku rê bi berfirehtirkirina xizmetguzariyên hardwêrê dide.

Ned Price herwiha tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê bo gelê Îranê kir û got, ew piştgiriya hemû hewlên wan ê aştiyane dikin. Price diyar kir, me ceza li Polîsê Exlaqê û 7 berpirsên bi nav Polîsê Exlaqê biriye û ew cezaya dawî nabe.

Derbarê bûyera canjidestdana Jîna Emînî keça Kurd a 22 salî de jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got, Mehsa (Jîna) Emînî di dema desteserkirinê de sax bû. Piştî desteserkirina wê, vîdyo heye, canê xwe ji dest da. Ev jî piştî ku demekê ji aliyê bi nav Polîsê Exlaqê ve hatibû desteserkirin. Ti aloziyek di wan rastiyan de nîne.

Piştî bûyera canjidestdana Jîna Emînî, ew 10 roj in li pey hev li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên protestokirinê tên lidarxistin. Hêzên emnî yên Îranê bi tundî destwerdanê di xwepêşandanan de dikin û heta niha gelek welatî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Naveroka pirsên Rûdawê û bersivên Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nec Price:

Derbarê mijara canjidestdana Jîna Emînî û çawahiya canjidestdana wê. Em li gel kesûkarên wê axivîn û wan piştrast kir ku Jîna çawa miriye, lê em dixwazin bizanibin, gelo hûn çawa dizanin ku ji aliyê Polîsê Exlaqê ve hatiye kuştin, ji ber hikûmeta Îranê ragihandiye, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest da ye? bersiva vê pirsê Ned Price:

‘’Hinek rastî di vê dosyeyê de heye ku nakokî li ser nîne. Mehsa Emînî hat girtin, bê guman di dema girtina Mehsa Emînî de zîndî bû. Piştî girtina wê vedyo heye, lê piştre cane xwe ji dest da. Ev jî piştî vê yekê demekê ji aliyê bi navê Polîsê Exlaqê ve hatibû girtin. Ev rastî ti alozî di wan de nînin.’’

Derbarê moleta giştî ya kompanya Starlinkê de ku xizmetguzariya Starlinkê hêviyeke zêde daye Îraniyan. Gelo ew molet amûrên Hardwêrê jî li gel dibe, ji ber dîş û sîna Starlinkê pêwîstiya wan bi Hardwêrê heye ji bo bigihînin Îranê? bersiva vê pirse;

‘’Bi rastî bersiva wê kurt e, belê. Ji ber Starlink Hardwêr jî li gel e û hefteya borî moleta giştî ya duyem û herwiha ew moleta giştî ya yekem ku di sala 2014ê de me derxistbû, di sedema îdareya Obama-Biden, hinek corê Hardwêr jî tê de ye, ez dixwazim wê yekê bibêjim, ku ev yek pirseke sade ye, lewra rê bide min hinekî naverokê bidim te. Moleta giştî ya duyem rê dide bi berfirehkirina xizmetguzariyên Hardwêrê, lê rê bi bikaranîna çend corên Hardwêrê dide. Ji wan jî Sîna satelîta malan, ku li gor moleta 2014ê ye, rê pê hatiye dayîn, moleta giştî xwe cîbicî dike. Ev jî bi wê manayê ye her kesek mercên di nav moleta giştî de hebe, dikarin rasterast çalakiyên xwe destpê bikin, bê daxwaza moleta din bike ji hikûmeta Amerîkayê, lê li gel vê jî hinek amûr ji wan jî bikaranîna wan amûrên bo mebesta bazirganiyê, pêwîstî bi moleteke din heye, ku ji aliyê nivîsîngeha xezîneya samanên biyanî hatiye naskirin ( OFAC) berî ku bo Îranê bê şandin, lê îna borî OFACê siyasetên xwe berfirehtir kirin, û ji niha û bi şûnde dosye bi dosye derdixe. Niha karê herî pêşî yê OFACê daxwaziya moletpêdanê ye, ku taybet be bi moleta taybet a azadiya bikaranîna Internetê li Îranê. Ka vegerim pirsa te ya derbarê Starlinkê de û eger bi nerîna Space X hinek çalakiyên bo Îraniyan pêwîstî bi moleteke diyarkirî heye, ev biryareke ku Space X û parêzerên wê biryarê li ser didin û OFAC pêşwaziyê lê dike, û dibe karê herî pêşîn ên wê jî, lê li gel vê jî eger Space X bi nerîna wê çalakî molet bi wan hatiye dayîn, ew vedigere ser wan kesên ku box we dikarin bikar bînin. Li gel vê jî OFAC pêşwaziyê li hemû hevahengiyekê dike ku ji aliyê Space X be yan her kompanyayek din, her pirseke wan hebe derbarê rêkarên moleta giştî ya îsal an moleta sala 2014ê ya derbarê çalakiyên wan de.’’

Heta niha zêdeyî 30 kes li Îranê hatine kuştin. Gelo helwêsta tundtir ji aliyê Amerîka dibînin? Yan tenê ew cezayên ser bi polîsê exlaq hatine sepandin? bersiva vê pirse Ned Price ;

‘’Em du karan dikin. Niha me behsa naveroka moleta giştî kir û pêngavan davêjin bo asankirina wê ji Îraniyan re daku peywendiyê bihevre bikin, û li gel cîhanê jî, ev jî diyar dike ku em hemû karan dikin bo piştîvaniya hêviyên aştiya gelê Îranê bo bidestxistina azadiya zêdetir, herwiha bo rêzgirtina wan mafên cîhanî ku hene, û di heman demê de jî daxwaza lêkolînê dikin ku berpirsên Îranî berpirsin di ber wan tundûtîjiyên ku hatine kirin û serkutkarî dijî xelkê Îranê kirine. Bê guman ew cezayên ku hefteya borî me sepandin ser polîsê rewiş û herwiha heft berpirsên bi navê polîsê exlaq û ev jî yekem cezaya taybet bo binpêkirina mafên mirov nîne, ku me li dijî Îranê derxistine, ev cezaya dawî ye jî. ‘’

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:33:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x