Bi hezaran Kurdên Êzidî li Lalişê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin

Bi hezaran Kurdên Êzidî bi kincên xwe yên resen li peristingeha Lalişê dicivin û Cejna Çarşema Sor û sala xwe ya nû pîroz dikin, êvarê jî bi hilkirina çirayên xwe û lavayên xwe Lalişê ron dikin.

17.04.2024, Çar - 15:28

Bi hezaran Kurdên Êzidî li Lalişê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin
Nuçe Belav bike

Bi hezaran Kurdên Êzidî îro (Çarşem, 17ê Nîsana 2024ê) ji bo Cejna Çarşema Sor û sersala xwe ya nû li peristingeha Lalişê civiyane, yek ji wan jî Xatûn Hindê Elyas e ku ji Bakurê Kurdistanê ye û xweciha Almanyayê ye û ev cara yekê ye li Lalişê tevlî van merasîman dibe.

Xatûn Hindê Elyas bi rêya Kurdistan24ê dilxweşiya xwe diyar kir û ev cejn li tevaya civaka Êzidiyan pîroz kir û got, “Ez cejna Çarşema Sor li tevaya Êzidiyan li rojhilat û rojavayan pîroz dikim. Ev cara yekê ye ez têm Lalişê, cejna Êzidiyan li vê derê gelek xweş e. Ez vê cejnê li wan tevan pîroz dikim. Her kesekê jê bê, bila bê Lalişa xwe tewaf bike. Li nava welatê xerîban çi deman derfeteke bi vî awayî çê nabe ku hemî bicivin û cejna hev pîroz bikin”.

Îsal zêdetirî pênc hezar Êzidiyatiyan ji bo Cejna Çarşema Sor û sersala Êzidiyan a nû li Lalişê civiyane û bi kincên xwe yên resen û edetên xwe yên taybet merasîmên vê cejnê bi rê ve dibin û cejna hev pîroz dikin.

Rewşenbîrê Êzidî Feysel Kutî li ser hilkirina moman di vê cejnê de ji K24ê re got, “Êvara Cejna sala nû li bernaberî hilkirina çirayekî, her kesek lavayan dike. Ev jî edetekî xweşik e û civaka Êzidiyan dilxweş dike”.

Keçeke Êzidî bi kincên resen tevî şandina peyama pîrozkirina cejnê ji bo malbat û binemal û kesûkarên xwe ji K24ê re got, “Ev êvar xweş e, hemî kes li vê derê civiyane û çirayên xwe hil dikin û ev cejn û êvar ku êvara Çarşema Sor e ji bo civaka Êzidiyan gelek pîroz e”.

Kurdên Êzidî ji jiyên cuda cuda li Lalişê civiyane û li bendê ne ku tevî nêzîkbûna tarîtiya êvarê bi Baba Şêx û rêberên dînî re bi hilkirina çirayên xwe û kirina lavayan peristingeha Lalişê ron bikin, ku ev jî pareke merasîmên taybet ên cejnê ye.

Vî nûçeyê tevayî: 443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:00:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x