Çîroka reva Yilmaz Guney a ji girtîgehê dibe fîlm

Reva lîstikvan, derhêner û senarîstê Kurd Yilmaz Guney a ji girtîgehê dê bibe fîlm.

10.11.2023, Cum - 05:48

Çîroka reva Yilmaz Guney a ji girtîgehê dibe fîlm
Nuçe Belav bike

Jiyana Yilmaz Gney ku ji aliyê Edi û Bruno Hubschmid ve hatiye nivîsandin dê bibe fîlm.

Cîhan Înan dê karê derhêneriya fîlmê bike.

Tê payîn ku ji bo fîlma jiyana Yilmaz Guney dê di demeke nêzîk de lîstikvan bên diyarkirin.

Ugly King Productionê têkildarî naveroka filmê ragihand ku dê çîroka reva Yilmaz Guney a ji girtîgehê were kişandin.

Çêkerê fîlman ê Swîsreyî Edi Hubschmid di pirtûka xwe ya bi navê "Rê Çîrokek a Sirgûnê ye" de behsa pêvajoya reva Yilmaz Guney a ji girtîgehê û hata mirina wî dike.

Yilmaz Guney bi tewana ku li gazînoyekî yê navçeya Yumurtalikê yê Edeneyê dadgerê navçeyê Sefa Mutlu kuştiye hat desteser kirin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Piştî ku 5 salan di girtîgehê de ma, sala 1981an bi destûr ji girtîgehê derket û reviya.

Lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney berî 39 salan di 9ê Îlona 1984an de li Parîsê koça dawî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:51:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x