Doktor Jîjo 2 derket

Pirtûka Sîya Sîtavê ya bi navê “Doktor Jîjo 2” ji Wêşanxaneya Nayê derket.

23.01.2024, Sal - 13:45

Doktor Jîjo 2 derket
Nuçe Belav bike

Çûna doktor hem ji bo zarokan hem jî ji bo malbatên wan meseleyeke dijwar e. Çimkî çûyîna doktor ji bo zarokan wekî travmayekê ye.

Doktor Jîjo dixwaze vê travmayê mînîmalîze bike û di binhişê zarokê de çûyîna ser doktor normalîze bike.

Zarokê ji fikra “kesê ku mirov dêşîne” dûr bixe û fikra “kesê ku mirov ji êşê xelas dike” pê bide hîskirin.

Bi vê armancê Doktor Jîjo bi şêwirmendiya şêwirmendê psîkolojiyê hatiye amadekirin. Honandina metnê di çarçoveya pîvanên pedogojiyê de hatiye kirin.

Çûna doktor bi sê merheleyan hatiye vegotin

Di Doktor Jîjo de çûna doktor bi sê merheleyan hatiye vegotin û her merheleyek bi armanceke xwe heye.

Di merheleya yekem de zarok, doktor, hemşîre, muayenexane û amûrên muayeneyê yên sereke nas dike.

Di merheleya duyem de zarok gaveka çûyîna doktor a komplekstir nas dike.

Zarok rastî fîlm kişandin û xwîngirtinê tê û bi tirsa xwe ya li hember kişandina fîlmê û xwîngirtinê ra rû bi rû dimîne.

Merheleya sêyem merheleya herî dijwar e ku îhtîmal e zarok pê re rû bi rû bimîne. Di vê merhelê de zarok emeliyatê dibihîze û emeliyatê nas dike.

Ev her sê merhele gav bi gav di 3 rêzepirtûkan de tên zimên. Ji ber ku di rêzepirtûkê de hiyarerşiyek heye, xwendina wê jî bi rêzê bibe wê ji bo zarokan sûdewartir bibe.

Her du pirtûkên ewil ên vê rezepirtûkê li Weşanên Nayê hatine çapkirin û hem li fuarên pirtûkan hem jî li pirtûkfiroşan rastî eleqeyeke mezin jî tê.

Pirtûka sêyem tê amadekirin

Pirtûka sêyem jî vê gavê ji bo çapê tê amadekirin.

Her çiqas armanca Doktor Jîjo şikandina pêşdarazî û tirsa zarokan a li hemberî doktoran be jî hem nirxên edebî hem jî yên perwerde û pedagojiyê nehatiye piştgokirin.

Di vê çarçovê de zimanekî sade hatiye bikaranîn, xewn û xeyalên zarokê, tirs û kêfa zarokê, dinyaya zarokê carinan bi absurdiyan carinan jî bi nakokiyan bi afirîneriyeka xurt daye der.

Nivîskar di pêvajoya afirandina Doktor Jîjo de ji dinyaya keça xwe gelekî sûd girtiye û çîrok li ser zarokên derûdora 4-6 salî jî ceribandiye û li gorî bertekên wan çîrok vehonandiye.

Mirov dikare bêje çîrok ji dinyaya zarokan hatiye lewma jî bala zarokan dikişîne û li ser zarokan bandoreke baş dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:23:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x