Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket!

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 17an derket pêşberî xwendevanan.

08.11.2023, Çar - 08:46

Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket!
Nuçe Belav bike

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 17an derket pêşberî xwendevanan.

Kovara ku ji çar mehan carekê tê weşandin her hejmar cih dide dosyeyeke taybet û nivîsên têkildarî derûnnasiyê yên curbicur.

Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareke girîng ku navê dosyeyê "stres"ê.

Di vê hejmara nû de naverok bi bî awayî ye:

Stresa Girêdayî Hevdîtinan a bi Wan Kesan re ku Piştî Şer, Komkujî yan jî Bûyerên din

ên Ekstrem Trawmatîze Bûne

Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan KIZILHAN

Wergera ji îngilîzî: Bilal ÖZTUNÇ

Stres bi Awayekî Berfireh

Psîkiyatrîst Azad DILDAR

Hevpeyvîn bi

Prof. Dr. Hamid Boztaş re

Wergera ji tirkî: Aydın RENGÎN

Stresê Azmun Domanan

Sero Senê Probleman Kenê ya

Şêwirmendê Derûnî Erdal GÜL

Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê û Xizmeta Civakî

Pispora Xizmeta Civakî Gülperi GÜNDÜZ

Nexweşiya Serdema Nûjen: Stresa Dîjîtal

Şêwirmendê Derûnî Enver İLERİ

Stresa Mêtînbûnê: Xwebûn an jî Jixwerevîn

Derûnnas Hoşeng NIZARÎ

Analîza Fîlmê Birayên Leyla di Çarçoveya Stresê de

Derûnnas Fatma Zehra GEMİ

Rola Hezkirin û Lîstikê li ser Stresa Zarokan

Şêwirmenda Derûnî Gülbeyaz BOZAN

Şêwirmendê Derûnî Elîxan BOZAN

Stresa Takekesên Astengdar û Malbatên Wan

Mamosteyê Perwerdehiya Taybet

Wehab ŞEHÎN

Gengaziya Têkiliya Frenolojiyê

li ser Sînorên Polonya û Ewropayê

Derûnnas Yusuf SİYAHTAŞ

Gelo Dîtin û Gotin Dibe Yek? Derbarê Terapiya Şahidiyê Çend Çavdêrî û Pêşniyazek

Pisporê Xizmeta Civakî Serkan DELİDERE

Derûnnasiya Fêrbûnê

Derûnnas Ceng YİĞİT

Dahûrîna Bergiriyê

Derûnnas Mehmet Ali EROL

“Derûnnasî” wekî Stratejiyeke Kedîkirinê

Barış ÖZKUL

Wergera ji tirkî: Abdulsıttar ÖZMEN

Pirs û Bersiv

bi Firat CEWERÎ re

Termên Derûnnasiyê

Psychology KURDÎ

Weke ku tê zanîn Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ji sala 2016an vir ve xebatên xwe didomîne û bi vê hejmara 17an jî kete 8 saliya xwe.

Kovara ku di ban banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gülperi Gündüz ve tê birêvebirin.

Hûn dikarin hejmara nû ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji malpera www.avestakitap.com, ji malperên dîtir û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x