Helly Luv û Mihemed Şêrwanî fîlmekî li ser revandina keçên êzdî çêdikin

Lîstikvan û derhênerê navdar Mihemed Şêrwanî fîlmekî trajîdî dikişîne ku ji aliyê stranbêja Kurd Helly Luv ve bi navê “Ji Bîr Neke” hatiye nivîsandin.

03.10.2023, Sal - 16:12

Helly Luv û Mihemed Şêrwanî fîlmekî li ser revandina keçên êzdî çêdikin
Nuçe Belav bike

Fîlm behsa komkujiya Kurdên Êzidî û revandina keçên wan dike ku bûne qurbaniyên destê çeteyên DAIŞ’ê.

Fîlm ji aliyê stanbêj Helly Luv ve hatiye nivîsandin, derhêneriya wê Mihemed Şêrwanî dike û Maziçîn Xoşnaw, Şerare Îbrahîm û komek xort û keçên Şingalê û deverên Êzidiyan tê de dilîzin.

Maziçîn Xoşnaw ku yek ji karekterên fîlm e ji K24ê re ragihand: “Beşdarbûna min di vî fîlmî de, hestkirin bi êşa jinên Kurd û tawanên ku li dijî gelê me hatine kirin, bû.”

Herwiha got: “Rola min di vî fîlmî de, dayîkeke temen mezin e ku wek keçên din dibim qurbaniya tundrewiya DAIŞê û piştre em bi mêrxasî û qehremaniya ji aliyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve rizgar dibin û vedigerin welatê bav û kalan.”

Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrişî navçeya Şingalê kirin û di encamê de zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzîdî hatin kuştin û nêzîkî 2 hezar û 745 kes jî sêwî man.

Ji ber êrîşan zêdetirî 325 hezar Êzîdî koçber bûn. Li gor amarên dawî yên ku Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî ku di meha Hezîranê de belav kiriye, 6 hezar û 417 Kurdên Êzîdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine revandin, ku heta niha 3 hezar û 458 kes ji wan hatine rizgarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 865 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:24:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x