Jiyana Mela Seîdê Kurdî bi Soranî hat çapkirin

Wergêr û rojnamevan Mihemed Izedîn piştî wergerandina çend pirtûkan ji Tirkî, Kurmancî û Osmanî, pirtûka Jiyana Mela Seîdê Kurdî ji Tirkî wergerande zaraveya Soranî ya Kurdî.

06.03.2023, Pts - 13:28

Jiyana Mela Seîdê Kurdî bi Soranî hat çapkirin
Nuçe Belav bike

Mihemed Izedîn li ser pirtûka xwe ya ku nû çap bûye ji Rûdawê re ragihand, ew pirtûk di du xalan de ji pirtûkên din ên li ser jiyana Mela Seîdê Kurdî hatine weşandin cuda ye.

Mihemed Izedîn diyar kir yekem, “Ev pirtûk ji aliyê Ebdulrehman Nûrsî yê birazyyê Mela Seîd ve hatiye nivîsandin ku heta Şerê Cîhanê yê Yekem bi Mela Seîd re bûye. Duyem, piraniya pirtûkên ku li ser Mela Seîd hatine nivîsandin, piraniya pirtûkên wî, bi taybetî yên ku li Tirkiyê hatine çapkirin, navên Kurd û Kurdistanê hatine derxistin lê di vê pirtûkê de navê Kurd û Kurdistanê û mijar wek xwe bêyî ku destkarî were kirin û derxistin hatiye nivîsandin.”

Pirtûka Jiyana Mela Seîdê Kurdî ji çapa pêncemîn a Tirkî hatiye wergerandin ji bo Kurdî ya Soranî û ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê li Bakurê Kurdistanê hatiye çapkirin. Li Başûrê Kurdistanê çapa wê ya Kurdî ji aliyê Dezgeha FAMê ve hatiye belavkirin. Dr. Seyîd Ehmed Pêncwênî pêşgotinek ji bo wergera wê ya Kurdî ya Soranî nivîsiye.

Mela Seîdê Kurdî di sala 1878an de li bajarê Bedlîsî yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1960an de li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê koça dawî kiriye. Wî di daxwaza xwe ya dawî de gotibû ku cenazeyê wî li Rihayê veşêrin lê piştî veşartinê rêveberiya wê demê ya Tirkiyê cenazeyê wî ji gorê derxist û ji bo ciheke nediyar birin ku heta niha jî cihê gora wî nediyar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:49:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x