Konserta Mem Ararat a Mêrsinê hat qedexekirin

Konserta hunermendê Kurd Mem Ararat a Mêrsinê çend saet berê ji alîyê parêzgar ve hat qedexekirin.

27.09.2022, Sal - 10:02

Konserta Mem Ararat a Mêrsinê hat qedexekirin
Nuçe Belav bike

Konserta d Mem Ararat ku dihat pêşbînikirin îro 27ê Îlona 2022yan li parêzgeha Mêrsinê ya Tirkiyê pêk bê, ji aliyê parêzgeriya wî bajarî ve hat qedexkirin.

Mem Ararat li ser hesabên xwe yê medyaya civakî derbarê biryara qedexekirina konsera wî ji aliyê parêzgariyê ve daxuyanî da.

Di daxuyaniya xwe de Mem Ararat dibêje: “Weke tê zanîn 27ê Îlonê li Mersînê dê konsera me pêk bihata. Di vê derbarê de hemû bilêt hatibûn firotin, ji bo muzîsyenan hemû rezervasyonên otel û balafirê hatibûn kirîn, tew hinek hevalên me yê muzîkjen gihîştibûn Mersênê jî.”

Hunermendê Kurd da zanîn ku wan tevahiya amadekariyên konsera xwe kiribûn û got: “Em jî 26ê Îlonê, ango duh danê sibehê ber bi Mersînê bi rê ketin. Piştî nîvro beriya ku em bigîhêjin Mersînê hevalên me yê berpirsiyar nûçeya qedexekirina konsera Mersînê ragihandin me. Heta belgeya fermî negîhîşt ber destê me, me nexwest em vê agahiyê parve bikin. Lê vaye îro belgeya fermî jî gihîşt destê me. Mixabin konsera me ji hêla Walîtiya Mersînê hat betalkirin. Ji bo raya giştî bi rêzdarî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:01:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x