Kurdan Newroz li Qirxizistanê bi coşeke mezin pîroz kir

Kurdên Sovyeta berê, îsal pîrozbahiya Newrozê bi awayekî navendî li Bîşkeka paytexta Qirxizistanê saz kir.

28.03.2024, Per - 15:50 [ Güncellenme: 28.03.2024, Per - 17:01 ]

Kurdan Newroz li Qirxizistanê bi coşeke mezin pîroz kir
Nuçe Belav bike

Kurd, ji gundên derdora Bîşkekê herwihha ji komarên Qazaxistan, Ermenistan û Rûsyayê ji bo pîrozkirina Newrozê bi malbatî hatin ba hev.

Bajarê Bîşkekê tenê pênc sal berê şahiyeke wiha bicoş dîtibû.

“Her tişt pir baş diçe”

Serokê Federasyona Komeleyên Kurd û Serokê Komeleya Kurdên Qirxizistanê Remezan Seîdov got:

“Îro di ahenga me da komên reqasê yên Rûsan, Qirxizan û Qerçayan hatin, wan di Newroza me da cihê xwe girt û milet şa kir.

Serokê Yekîtiya Gelên Qirxizistanê ku 38 diyasporayên miletên cuda tê de cih digirin, hat pîrozbahî da gelê Kurd, bi me re şa bû, beşdar bû û çû.

Her tişt pir baş diçe. Newroz pîroz be! ”

Stranên hunermend Derwêş Serhedî, Koma Medyayê ya ji Qazaxistanê û hunermendên ciwan, coş û peroşê didin ahenga Newrozê.

“Gel wekî adetên bav û kalan ez pêşwazî kirim”

Hunermenda ji Bakûrê Kurdistanê Fatê wiha behsa kelecana xwe kir:

“Bi rastî, cara yekemîn e ez hatime vî welatî û loma jî piçekî bi kelecan im.

Ku ez bibêjim ez ne bi kelecan im, na.

Ne cara ewil e ku derdikevim ser sehneyê lê dema cara ewil meriv derdikeve hemberî cimhûrekî nû, meriv bi kelecan dibe.

Ez gelekî bextewar û kêfxweş im.

Bi rastî. Gel, tam wekî adetên bav û kalan ez pêşwazî kirim.

Tiştek neguheriye, hemû tişt wekî xwe maye.

Bi rastî guherînek çênebûye di nava milet de û tam Kurdewarî mane.

Li ser adetên xwe mane. Ji ber vê yekê jî kêfxweşiyeke cuda dide min.”

Qirxizistan yek ji wan komarên Asyaya Navîn e ku salên 1937 û 1944an, Kurd jî di nav de, ji bo bi dehan neteweyan sirgunkirî hembêza xwe vekiribû.

Îro neviyên wan neteweyan bi Kurdna re beşdarî şahiya Newroza Kurdî dibin.

“Ez gelê Kurd pîroz dikim”

Seroka Komeleya Çerkezên Qirxizistanê Zuhre Hacîmuradovayê got:

“Ez bi helkefta cejna Newrozê, gelê Kurd pîroz dikim. Bi helkefta vê cejna balkêş, cejna bicoş û peroş! Cejna yeksaniya roj û şevê. 

Ez ji gelê Kurd re tenduristiyeke xurt û temendirêjiyê dixwazim.

Bila Qirxizistana me bi pêş ve here, bila hemû gelên wê tendurist û bextewer û murefeh bin.”

Newroz yekane cejn e ku ne tenê civata her çar parçeyên Kurdistanê û belkî jî nûnerên diyasporaya Kurdên ji çendîn welatên cuda jî tîne ba hev.

“Ez gelekî şa me îro”

Bêjera Berê ya Bernameya Kurdî ya Radyoya Bîşkekê Pakîzer Seyîdovayê jî Newroza Kurdan pîroz kir û pê de çû:

“Cejna hemû Kurdan pîroz be. Îro Newroza Kurdan e, ez gelekî şa me îro.

Em cejna hemûyan pîroz dikin. Îro mêvanê me ji Qazaxistanê, dengbêjên me ji Almanya û Tirkiyeyê ji gelek welatan hatine.

Em bi wan re kêfxweş dibin. Newroza xwe pîroz dikin. Hûn jî bi xêr hatine, hûn li ser serê me ser çavên me hatine.”

“Em hez dikin cara vê carê Newrozê li Kurdistanê pîroz bikin”

Polîsê Malnişîn Mihemedê Siltên li ser coşa Newrozê got:

“Roja îro bi saya mezinên me, serokê Kurmancên Qirxizistanê Şêx Remezan em li vir kom bûne.

Cimaeta me ji Qazaxistanê, ji welêt dengbêj hatine, Newrozê pîroz dikin. Wele çiqasî bêjî şixulekî rind e.

Milet gelekî şa dibe. Ez bi xwe polîs im, qulixa mezin de xebitîme, 35 salan xebitîme.

Niha kurê min dixebitin. Em hez dikin cara vê carê Newrozê li welatê xwe, li Kurdistanê, li Hewlêrê pîroz bikin, li Amedê pîroz bikin.”

Keç û xort, jin û mêr ji gerandina govendê têr nabin.

Pîrozkirina Newroza 2724an li Bîşkekê danê nîvro dest pê kir û heta derengiya êvarê bi coşeke mezin berdewam kir.

Vî nûçeyê tevayî: 623 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:21:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x