Kurdî di Wîkîferhengê de bû heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê

Kurdî di Wîkîferhengê Farisî, Tirkî û Erebî derbast kir û bû heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.

30.09.2023, Cts - 07:31

Kurdî di Wîkîferhengê de bû heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê
Nuçe Belav bike

Li gorî daneyên Wîkîferhengê (Wiktionary) ya beşa ferhengê ya Wikipedia Îngilîziyê Kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan de di rêza heştemîn a cîhanê de cih digire.

Kesê ku bi kurdî diaxive dikare peyvan li malpera ku xizmeta belaş dide, zêde bike.

Lêbelê, peyvên ku li malperê têne zêdekirin piştî ku ji aliy heft çavdêran ve têne vekolandin li ser rûpela fermî ya malperê têne parve kirin.

Piştî Îngilîzî, Fransî, Malagasî, Çînî, Rûsî, Yunanî û Almanî di rêza heştemîn de cih digre û her roj peyvên nû lê tên zêdekirin.

Di Wîkîferhengê de 67 hezar û 624 peyvên Erebî, 104 hezar û 581 peyvên Farisî û 359 hezar û 195 peyvên Tirkî hene.

Bi lêzêdekirina tenê peyvên ji zaravayên Kurmancî û Soranî, Kurdî di rêza heştan de cih digire.

Lêbelê peyvên zaravayên Goranî, Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) û Lorî yên Kurdî cih nagirin.

Li gorî rûpela Wikipedia Îngilîziyê, Kurdî tevî hemû zaravayên xwe, bi 1,2 milyon peyv û biwêjan piştî Fînî û Koreyî di rêza sêyem a cîhanê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 471 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x