Li Akrê ji bo Newrozê hezar meşale hatin amadekirin

Li Herêma Kurdistanê gelê navçeya Akrê ya bajarê Duhokê û gelê navçeyên din her sal ji bo pîrozkirina Newrozê berê didin Akrê û agirê Newrozê li ser çiyayan bilind dikin. Îsal jî li Akrê amadekariyên ji bo Newrozê tên kirin û ji bo vê yekê hezar meşale hatine amadekirin, da ku di roja Newrozê de li ser cihê herî bilind ê Akrê werin berzkirin.

13.03.2017, Pts - 11:29

Li Akrê ji bo Newrozê hezar meşale hatin amadekirin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Rûdawê komeke ciwanên Akrê ji bo êvara Newrozê meşaleyên agir amade dikin, da ku wan bibin cihên cuda yên Akrê.

Berpirsê komê Ednan Ebdulwehab got, "Me di 20ê meha Sibatê dest bi amadekariyan kir û ji bo êvara Newrozê hemû tiştên me amade ne."

Hat ragihandin ku di heman çarçoveyê de komeke penaberên Rojava jî li Kampa Kelha Akrê ji bo Newrozê amadekariyan dike.

Ji aliyê din ve Rêveberê Rewşenbîrî û Hunerî ya Akrê Kawa Zûhêr jî diyar kir ku ji bo Newrozê 4 kom hatine amadekirin û got, "Ev koma Kelhê, koma sîbe, koma Pêşmerge û koma Şehîdên Kurdistanê ne. Ev kom di bin serpereştiya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Akrê dedixebitin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wek hemû herêm û navçeyên Herêma Kurdistanê li Akrê jî Newroz bi awayekî coş tê pîrozkirin lê dîmenên Newrozê yên ku li Akrê tên girtin, xwediyê taybetmendiyeke cuda ne.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1241 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:44:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x