Hikûmeta Herêma Kurdistanê cejna ji dayikbûna Hz. Îsa Mesîh wek roja fermî ya bêhnvedanê ragihand.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro 22yê Berfanbarê bi peyamekê eşkere kir ku bi sedema hatina sersala nû ya zayînî û cejna jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh roja Yekşemê (12.25.2016) wek roja bêhnvedanê ya fermî hatiye ragihandin.
Dizeyî di peyama xwa xwe de jidayikbûna Hz Îsa li hemû xirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz kir û got, "Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe sedema aştî û îstiqrarê û vegera tevahiya birayên krîstiyan bo cih û warê bav û bapîrên xwe."