Li Stenbolê çalakiyên ‘Rojên Amedê’ hatin sazkirin

Li Stenbolê rojên danasîna bajarên cûrbecûr berdewam dike. Vê carê jî ji bo danasîna gastronomî, dîrok, xweza, çand û kultura Amedê dîdarek birêve diçe.

07.11.2022, Pts - 05:14

Li Stenbolê çalakiyên ‘Rojên Amedê’ hatin sazkirin
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya van rojan de bi dehan kompaniyên Amedê, xwaringeh û şaredariyên navçeyan bi beşdariyeke qerebelix li Stenbolê ne. Herî zêde jî beşa ku cigercî lê bi cî bûne eleqeyeke mezin dibîne.

Minareya çar ling, zebeş, govend û cûrbecûr çêj û taybetmendiyên Amedê ne. Cîh Stenbole û parêzgerî, şaredarî û kompaniyên Amedê bo danasîna bajarê xwe Amade ne. Rojên Danasîna Amedê bi amadekariya Şaredariya Stenbolê berdewam in û ne tenê Amedî lê hejmareke zêde xelkên din jî eleqeyeke germ pê didin.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ji Rûdawê dibêje: “Amed bajarekî kulturê ye. Navenda herêmê ye. Him navenda siyasî ye û him ya kulturî ye. Divê gastronomiya bajêr li vir bihat nasandin. Ez bi vê boneyê spasiya federasyona me dikim. Ew destpêkeke û di rojên pêş de emê kêmasiyan bibînin û baştir bikin. Lê tişta ku min xemgîn dike nebûna şaredariyan e ji ber ku ew di destê qeyûman de ne.”

Arkeologê li Şaredariyê Sadik Yasîn jî got: “Amed xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye û li cîhanê duyemîn bajar e ku niştecîbûnê lê destpêkiriye. Yekem bajar e ku cotkarî lê hatiye kirin. Ji ber wê jî diviyabû me hemû ew çand, huner û bedewî bianîna Stenbolê jî.”

Kompaniyên geştiyariyê bo ku bala geştiyaran ser Amedê ve bikşînin danasîneke berfireh a cîhûwarên siruştî û dîrokî dikin. Şaredariyên navçeyan jî bi heman mebestê satandên xwe rêz kirine û hewla wê yekê didin da bêhtir kes Amedê nas bikin.

Beşdarî Yûsûf Karabûlut jî got: “Ez ji Sîlîvriya Stenbolê hatim û bixwe ji Edeneyê me. Min her tim gelekî meraqa Amedê lê ez neçûme. Bû qismet û ez îro hatim vir.

Bala xelkê beşdar jî herî zêde li standên xwarinên xwezayî û helbet li cihê ku cerg lê dipije ye.

Hosteyê cergê Îsmaîl Demir jî got: “Cigera Amedê baş e. Miletê me giş hatine vir û li vir cigêrê dixwin. Kî hatiye ser çavan re hatiye. Me hemû tişt ji Amedê anîye.”

Li hêlekê danasîna hemû taybetmendiyên bajêr û li hêla din jî hunermendên Amedî bo beşdaran konsertan lidardixin. Tevî ku xelk ji bahayên giran bi gazinc in jî, bi deh hezaran kes seredana rojên danasîna Amedê dikin ku 3 rojan berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:49:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x