Li Swêdê 5emîn Civîna Helbesta Kurdî hat lidarxistin

Li bajarê Goteborg ê Swêdê bi beşdariya gelek helbestvan û nivîskarên Kurd 5emîn Civîna Helbesta Kurdî hat lidarxistin.

14.03.2023, Sal - 10:17

Li Swêdê 5emîn Civîna Helbesta Kurdî hat lidarxistin
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya çalakiya salane ya wêjeyî û çandî de ku ji aliyê Komeleya Hunerên Bedew a Goteborgê ve li Folkets Hus Hammarkullen (Mal Gel a Hammarkullen) di meha borî de bi beşdariya gelek helbestvan û nivîskarên Kurd, civîneke helbesta Kurdî bi navê “Helbestvanên xwedî ezmûn û şiyanên nû” hat lidarxistin.

Di 5emîn Civîna Helbesta Kurdî ya Goteborgê de kesayetên Xale Heme, Goran Merîwanî, Pişko Necmedîn, Merîwan Helebceyî, Kawa Zerîfî, Hekîm Mîrza, Sîrwa Osman, Roja Yasir û Benaz Omer û hunermend Aso Dîlan jî beşdar bûn.

Civîn bi axaftina Serokê Komeleya Hunerên Bedew a Goteborgê Şamal Îbrahîmzade dest pê kir

Piştre li ser dîwarên salonê sînevîzyona ku jiyana helbestvanan nîşan dide hate nîşandan û helbestvanan berhemên xwe xwendin.

Pêşangeheke pirtûkên kurdî ji aliyê "Koma Xebatê ya Harwazî" ve ku ji Danîmarkayê hatibû vexwendin, hat lidarxistin. Dahata pêşangehê ji bo alîkariya feqîran hat komkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:38:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x