Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê hertim dê weke warê pêkvejiyana aştiyane bimîne

Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Krîsmesê, di peyamekê de cejna Mesîhiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û tevahiya cîhanê pîroz kir.

24.12.2022, Cts - 15:52

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê hertim dê weke warê pêkvejiyana aştiyane bimîne
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Krîsmesê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de dibêje: “Di vê cejna pîroz de, em teqez dikin ku Herêma Kurdistanê hertim dê weke landik û warê piralî, pêkvejiyana aştiyane û hevpejirandina hemû pêkhateyên olî û nîjadî bimîne.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Krîmes, cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa yê Mesih, silavê Xwedê lê bin, bi germî li hemû xuşk û birayên mesîhî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim, cejneke pir bi şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim. Ez hêvî dikim ku hûn cejna xwe di rewşeke aram de pîroz bikin û bêhnvedanek xweş derbas bikin.

Di vê cejna pîroz de, em teqez dikin ku Herêma Kurdistanê hertim dê weke landik û warê piralî, pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin, lêborîn û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên olî û nîjadî de bimîne. Ligel xuşk û birayên me yên Mesîhî û ligel hemû pêkhateyan, em hemû bi hev re kar bikin ji bo avakirina niha û paşerojeke baştir ji bo nifşên xwe, ji bo welatekî ku maf û azadiyên hemû welatiyên xwe ji her ol û neteweyê bin biparêze.

Cejna ji dayikbûna Mesih li hemûyan pîroz be, bila her sal ji bo hemû mirovahiyê bibe sedema xweşî û aştiyê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x