Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê: Astengiyên li ber weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê naqedin

5emîn Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê di roja 6emîn de berdewam e.

29.11.2023, Çar - 13:22

Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê: Astengiyên li ber weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê naqedin
Nuçe Belav bike

Li hola Pêşangeha Navneteweyî ya Taslûceyê ya parêzgeha Silêmaniyê 5emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navndewletî ya Silêmaniyê hat vekirin û 6 roj in berdewam dike.

11 weşanxaneyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûn.

Ji ber şer û qeyrana Sûriye weşanxane bi astengiyên vîzeyê re rûbirû dimînin û lewma nikarin beşdarî pêşangehên navneteweyî bibin.

Berpirsên weşanxaneyan ji Nûçegihana Rûdawê Helebce Sedûnê re behsa pirsgirêkên ku ew rûbirû bûne û behsa pêşangehê kirin.

“Aloziyên li Sûriyeyê bandor li hemû welatiyan kir”

Yek ji wan weşanxaneyan jî Weşanxaneya Nasîf e.

Weşanxane ji Şama paytexta Sûriyeyê bi hezar û 500 berhemên cuda beşdarî pêşangehê bûye.

Xwediyê Weşanxaneya Nasîfê Cemal Mihemed Nasîf got:

“Me pirtûkên cuda yên ji Misir, Sûriye û ji Peymangeha Almanyayê ya Beyrûtê bi xwe re anîne.

Herwiha pirtûkên Îslamî yên taybet, cureyên wekî fiqih, felsefe, tesawuf û îrfanê yên bi zimanê Erebî hatine nivîsîn hene.”

Cemal Mihemed Nasîf ku 55 salî ye, dibêje weşanxane ji bav û bapîran ji wî re maye.

Weşanxaneya ku 60 sal in bê navber dixebite, ji ber şer û aloziyên li Sûriyeyê 2 salan hatibû girtin.

Cemal wiha behsa pirsgirêkên ku ew rûbirû bûne kir:

“Aloziyên li Sûriyeyê bandoreke mezin li gelê herêmê kir lê gelê Sûriyeyê gelekî xweragir e.

Wê demê me hewl da ku em bixebitin. Me pirtûk çap dikirin û belav dikirin.

Me di hemû pêşangehên navneteweyî û welatên Erebî de cihê xwe digirt.”

Ji 15 welatan, nêzîkî 200 weşanxane beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bûn.

Piraniya pirtûkan bi zimanê Erebî ne.

Weşanxaneya Nasîfê cara 4an e beşdarî pêşangeha Silêmaniyê dibe.

Yek ji taybetmendiyên weşanxaneyê ew e ku temenê pirtûkan ji 100 salî mezintir e.

Ew ji ber vê sedemê dixwazin li gelek deverên cîhanê bigerin û pirtûkên xwe pêşkêş bikin.

“Piştî krîza Sûriyeyê, gelek welatan vîze nedida”

Xwediyê Weşanxaneya Deqaqê Hesen Deqaq jî got:

“Alozî û krîza li Sûriyeyê gelekî bandor li ser karê me kir lê çapkirinên me berdewam bûn.

Ji bilî qeyranê tişta ku herî zêde bandorê li me kir nêzîkatiya welatan bû.

Piştî krîza Sûriyeyê, gelek welatan vîze nedida Sûriyeyiyan ku beşdarî pêşangehan bibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:46:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x