Qumaşê fîstanê Şahjina Brîtanyayê Kurdekî çêkiriye

Îbrahîm Qasim ku ji malbata Eyûbiyan e, di sala 1952yan de wate berî 70 salan qumaşê fîstanê Şahjina Brîtanyayê Elizabeth çêkiriye.

20.09.2022, Sal - 06:43

Qumaşê fîstanê Şahjina Brîtanyayê Kurdekî çêkiriye
Nuçe Belav bike

Kurdekî ji paytexta Sûriyê bajarê Şamê bi navê Îbrahîm Qasim, qumaşê fîstanê Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem yê di dema merasîma taca şahjiniyê wergirtî de çêkiriye.

Îbrahîm Qasim ku ji malbata Eyûbiyan e, di sala 1952yan de wate berî 70 salan qumaşê fîstanê Şahjina Brîtanyayê Elizabeth çêkiriye.

Koşka Melekî berî 75 salan, ji balyozê Sûriyê li Londonê dixwaze qumaşê Brokar ê Şamî ji Elizabeth re çêbikin, li ser qumaş neqşên çûkên Aşiq û Meşq hebin, dema ku hev maç dikin, ew neqş îro weke neqşên Melîkê têne naskirin, bingeha wê spî ye, neşên çûkên Aşiq û Meşûq, bi zêrê 12 eyar li ser hatiye neqişandin, temenê wî qumaşî jî 3 hezar sal in. Navî wî Qumaşî Bro Kar e, ew jî navekî kurdî e, yanî Karê Biro.

Li Şamê 200 metre ji wî qumaşê Brokar bi awayekî taybet ji Elizabeth re çêdikin, ji tayên zîv, zêr û herîrê eslî tê çêkirin.

Serokê Sûriyê wê demê Şukrî Quwetlî bû, qumaşê ku hatiye amadekirin dişîne Londonê, li wir jî dîzayanerekî taybet bi navê Norman Hartnell, ji wî qumaşî kîras didrû, bi krîstal dixemilîne, 10 hezar hebên lulu (Pearl) li ser bi cî dike.

Îbrahîm Qasim Eyûbî jî, ew Kurdê ku qumaşê Şah Jin Elîzabeth çêkiriye, xelkê Taxa Kurdan bû li Şamê, yek ji pisporên çêkirina qumaşê Brokar bû, malbatên Kurd li Şamê, weke binemala Eyûbiyan, binemala Zazan di bazirganiya wî qumaşî de gelekî navdar bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x