Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahîyê li gelê Kurdistnê dike bi boneya Cejna Remezanê

Bi boneya Cejna Remezanê, Nêçîrvan Barzanî, serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Musilmanan kir . Ev jî deq wê peyamê ye:

03.06.2019, Pts - 18:54

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahîyê li gelê Kurdistnê dike bi boneya Cejna Remezanê
Nuçe Belav bike

Bi boneya Cejna Remezana Pîroz, gerimtirîn pîrozbahîyê di destpêkê de li malbatên serbilindên şehîdan, enfalkirîyan û Pêşmerge yên qehreman dikim dûv re li tevaya musilmanên Kurdistanê, Îraqê, cîhanê û revenda Kurd li derveyê welat.

Hêvîdarim ev Cejin bibe xêr û xweşî bo hemûyan û piştîvanê hemû alîyan be bo yekrêzî, aştî û tebayîyê. Em hemû bi hev re bi canê lêburînê û hev qibûlkirinê , ji bona aştî û akincî û berjewendîyên bilindên gelê Kurdistanê, erk û berpirsyarînîya xwe beramber gel û welat bicih bihînîn.

Bi ûmêda wê yekê ku Cejin, bîrwerî û boneyên dahatî yên tevaya ol û neteweyên Kurdistanê veger li sayeya kûr vebûna zêdetir a keltûra bi hev re jîyanê, tevayî, fire rengî, aramî, avedanî, pêşkevtina berdewam û jîyaneka baştir.

Dûbare Cejna Remezanê li hemû alîyan pîroz be û ûmêda valneyeka xweş û aram bo hemûuan dixwazim.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1005 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:02:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x