Wergera bi Kurdî ya pirtûka navdar a Fanon çap bû

Pirtûka bi navê “Cihêliyên Cîhanê” ya fîlozofê navdar Frantz Fanon wergera wê ya Kurdî hat kirin û ji aliyê Weşanxaneya Zanîngeha Rojavayê ve hat çapkirin

03.10.2023, Sal - 16:09

Wergera bi Kurdî ya pirtûka navdar a Fanon çap bû
Nuçe Belav bike

Pirtûka “Cihêliyên Cîhanê” bi navê xwe yê resen “Les Damnês da la Terre” ya ku Frantz Fanon bi Fransî nivîsiye, wergera wê ya Kurdî hat kirin.

Pirtûk, ji aliyê Weşanxaneya Zanîngeha Rojavayê ve bi navê “Cihêliyên Cîhanê” hate çapkirin.

Pirtûka navdar a ku têkoşîna li dijî mêtîngeriyê kiriye mijara xwe, ji aliyê Îbrahîm Seydo Aydogan, Yaqob Tilermenî û Ramazan Pertew ve hatiye wergerandin.

Kordînatorê Enstituya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojavayê Dr. Serdar Saadî derbarê çapkirina pirtûkê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got:

“Ji ber vebûna Weşanxaneya Zanîngeha Rojavayê, ez gelekî kêfxweş im. Pirtûka Fanon ya ‘Cihêliyên Cîhanê’ bû xebata yekemîn ya weşanxaneyê.”

Pirtûka Cihêliyên Cîhanê

Pirtûka “Cihêliyên Cîhanê” sala 1961an li Fransayê hat weşandin.

Ev pirtûk yek ji şaheserên mezin e ku behsa girînîngiya têkoşîna li dijî mêtîngeriyê dike.

Pirtûka ku travmaya mirovên mêtînger lêkolîn dike, gelek caran hatiye qedexekirin.

Pirtûka ku fîlosofê Fransî Jean Paul Sartre pêşgotina wê nivîsandiye, di roja me ya îro de jî weke pirtûka referansê ya lêkolînên postkolonyal e.

Frantz Fanon

Fanon sala 1925an li Martiniqueya mîtîngera Fransayê ye hatiye dinê. Wî perwerdeya bijîjkî girtiye û di aliyê derûnnasiyê de bûye pispor.

Fanon di heman demê de, di nav tevgereke ku li dijî mêtîngeriyê têkoşin dikir de cih girt. Wî di nava tevgerê de edîtoriya kovara Tam Tamê ya ku ji bo xwendekarên kolonyal dihat weşandin kir.

Filosofê navdar, sala 1952an pirtûka xwe ya yekem a bi navê ‘Çermê Reş, Maskeyên Spî’ çap kir.

Di vê pirtûka xwe de, bêganebûna di encama nîjadperestî û mêtîngeriyê de derketiye holê lêkolîn dike.

Navbera salên 1953 û 1956an li Cezayîrê li Nexweşxaneya Derûniyê ya Blîdayê xebitî.

Sala 1975an, ji federasyona Fransayê ya FLN (Eniya Rizgariya Neteweyî) ku ji bo serxwebûna Cezayîrê têdikoşiya alîkarî wergirt û çû Tûnisê.

Frantz Fanon li Tûnûsê rêxistina derve ya tevgera rizgariya netewî ava kir. Di heman demê de tevlî xebatên rojnameya FLNyê ya El Moudjahidê bû.

Fanon, sala 1961an pirtûka “Cihêliyên Cîhanê” weşand û di heman demê de jî ji ber nexweşiya losemiyê tedawî digirt.

Fanon di heman salê de jiyana xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 618 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:00:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x