25 ton duşava tomateyên Kurdistanê bo Amerîkayê hat hinardekirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya dîtina bazaran ji bo berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê û firotina berhemên wan ên çandiniyê, 25 ton duşava tomateyan a kargeha Herîrê bo Amerîkayê hat hinardekirin.

07.10.2023, Cts - 17:00

25 ton duşava tomateyên Kurdistanê bo Amerîkayê hat hinardekirin
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 7ê Cotmeha 2023an ragihand, ji bo cara yekem 25 ton duşava tomateyan a kargeha Herîrê bo Amerîkayê hat hinardekirin.

Di çarçoveya planên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê û giringîdana bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên cotkaran, di çar salên borî de berhemanîna petateyan, 200 hezar ton zêde bûye, îsal jî gihîştiye nêzîkî 600 hezar ton.

Li gor zanyariyên K24ê, cotkarên Herêma Kurdistanê salane 30 cureyên petateyan berhem tînin ku 10 cureyên wan pîşesazî ne û ji bo berhemanîna (fînger û çips) tên bikaranîn.

Piştî ku di meha Tebaxê de yekem karwanê petateyan ji Herêma Kurdistanê gihîşt bazarên Kendavê, xwaringehên navdewletî û bi taybetî McDonald's, KFC û Hardee's, her hefteyê daxwaza 500 heta 1000 ton petateyan ji Herêma Kurdistanê dikin.

Bi piştevaniya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çendîn berhemên ajelan û çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê gihîştine asta ku têra Herêma Kurdistanê dikin, ji nava wan jî: Hêk, mirîşk, petate, garis, xiyar, temate, zebeş û gelek meywe û sebzeyên din.

Hevdem jî, yek ji pêngavên herî mezin ên Kabîneya Neham a ji bo piştgiriya cotkaran, firotina berhemên cotkaran li bazarên navdewletî ye. Par 2 hezar ton hinar bi fermî ji bo Îmarat û welatên din ên kendavê hat hinardekirin. Ji bilî hinaran jî, tirî, hinguv û sêv jî dê ji bo Îmarat, Erebistana Siûdî, Behreyn, Brîtanya û Ewropayê bêne hinardekirin.

Ligel wê jî, birinc û tehîna kunciyan ya Herêma Kurdistanê li bazarên derve, bi taybetî li welatên ku Kurdên diyasporayê lê dijîn, daxwaz li ser heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:50:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x