Firingiyên Amedê bo Amerîka, Kanada û welatên Ewropayê tên şandin

Beşeke mezin a firingiyan li Amedê têne hişkirin û ji welatên Ewropa, Amerîka û Kanadayê re têne hinardekirin. Firingiyên Amedê li Îtalyayê di pîzzayê de jî têne bikaranîn.

13.08.2022, Cts - 14:42

Firingiyên Amedê bo Amerîka, Kanada û welatên Ewropayê tên şandin
Nuçe Belav bike

Li Amedê werzê çinîna firingiyan dest pê kir. Ev du sal in ku li Amedê di ser 100 hezar tonî zêdetir firingî têne bidestxistin. Beşeke mezin a firingiyan li Amedê têne hişkirin û ji welatên Ewropa, Amerîka û Kanadayê re têne hinardekirin. Firingiyên Amedê li Îtalyayê di pîzzayê de jî têne bikaranîn.

Ev rengê kesk ku bi şînahiya xwe deşta navbera Riha û Amedê dixemilîne, perçeyek sor a ji nava piraniya xwarinên li ser sifreyan e.

Muzafer Işikli ji bajarê Manîsayê ya Tirkiyeyê hatiye Amedê û ji 3 hezar donumî zêdetir firingî ajotiye. Firingiyên ku li Amedê diçîne, ji Amerîka, Kanada û welatên Ewropayê re dişîne.

Hilberînerê Firingiyan Muzafer Işikli got “Axa vê derê axeke ku bi berdewamî berhemdar e. Hûn rengê firingiyê dibînin pir xweşik in. Gelek bi qelîte ne. Me nikaribû di herêma Egeyê de vê kalîteyê bi dest bixista. Ji bo ku me vê kalîteyê bi dest bixista, divê me pir jehr û îlaç bi kar bianiye. Lê evder ne wisa ye. Ev ax gelek bakîr e.”

Li gorî amarên Walîtiya Amedê tenê par li bajêr li ser 127 hezar donum erd 376 hezar û 746 ton sewze hatiye bidestxistin. Ji vê hilberînê 103 hezar ton tenê firingî hatine bidestxistin. Di çandiniya firîngiyan de ji 2 hezarî zêdetir karker dixebitin.

Karker Esra Çabûk dibêje “Welleh ev der baştir e. Bûrsa serê sibehê saet pêncan de radibûm. Lê li vir qet nebe mala me heye. Bûrsa hemû çadir bû.”

Karker Gendo Koşan diyar kir “Bûrsa dûr e, xelk nikare biçe. Mirov nikare biçe wan deran.”

Karker Muzeyen İşler destnîşan kir “Ev tunebûya ez li mala xwe rûniştibayama. Nikaribûm biçûma çolê. Gedeyên min hûr in.”

Ji ber hilberîna firingiyan gundiyên ku bi cotkariyê re eleqedar in dikarin bi qasî 5 mehan çandiniya firingiyan bikin. Ji bo firingiyan tesîsên mezin ên hilberîn û hişkirinê jî hatine çêkirin.

Ji 13 kîlogram firingî 3 kîlogram firingiyên hişkirî têne bidestxistin. Ji ber ku firingiyên hişkirî têne hinardekirin, dahata wê ji firingiyên taze qat bi qat zêdetir e.

Berpirsê Hişkirina Firingiyan Nebî Bozkuş dibêje “Rojê 170 ton firingî hişk dikin. Paşê xweyê dikin. Di fabrîkeyê de çêdikin, ji Îtalya, Brîtanya, Fransa û Almanyayê re dişînin.”

Beşek ji van firingiyên ku li Amedê têne hişkirin li bazara Îtalyayê di pîzzayê de têne bikaranîn. Beşek jê jî weke sos û meze ji bo pêşxwarinê têne amadekirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:41:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x