Iraq: Ji bo hinardekirina petrolê, em bi Herêma Kurdistanê re gotûbêjan dikin

Wezîrê Petrolê yê Iraqê dibêje, ji bo hinardekirina petrolê, ew bi Herêma Kurdistanê re di nava gotûbêjan de ne.

18.04.2024, Per - 09:09

Iraq: Ji bo hinardekirina petrolê, em bi Herêma Kurdistanê re gotûbêjan dikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihand, hikûmeta Iraqê ji bo hinardekirina petrolê, bi Herêma Kurdistanê re di nava gotûbêjan de ye.

Ebdulxenî her wiha got, rêjeya berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê li gorî bûdceyê, ji 375 het 400 hezar bermîl petrol e di rojekê de.

Wezîrê Petrolê got: “Emê dîsa dest bi berhemanîn û hinarderkirina petrolê ji kêlgehên Herêma Kurdistanê bikin.”

Ebdulxenî got: “Wezareta Elektrîkê bi kompanyayeke veberhênana gazê li kêgeheke Herêma Kurdistanê girêbestek îmze kiriye, ji bo veguhestina 100 milyon pê sêcar gaza sirûştî û dê bikeve warê cibicîkirinê.”

Piştî salekê ji rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyê, 11 milyar dolar ziyan gihîştiye Iraqê û 400 milyon dolar veberhênanên kompaniyên endamên APIKURê rawestiyane.

APIKUR dibêje, tevî amadebûna hikûmeta Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê, Iraq hîn ne amade ye ku ji nû ve dest bi hinardekirina petrolê bike.

Vî nûçeyê tevayî: 150 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:16:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x