Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina pira Ranya-Bingirdê de: Kalîteya rê û piran gelek baştir bûye

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro 27ê Gulanê pira Ranya-Bingird a li Îdareya Serbixwe ya Raperînê tê vekirin.

27.05.2024, Pts - 15:17

Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina pira Ranya-Bingirdê de: Kalîteya rê û piran gelek baştir bûye
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîma vekirinê pirê de pêşkêş kir û ragihand, “Ez bi kêfxweşî careke din serdana vê herêma têkoşer û welatparêz dikim û bi we re pira Derbenda Ranyayê ku me berî nêzîkî 4 salan kevirê bingehîn danîbû, vekim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez pîrozbahiyê li Wezareta Avadankirin û Niştecihkirinê û kompanyaya cîbicîkar dikim ji bo cîbicîkirina vê pirojeya giring ku bê guman dê sûdeke mezin ji xelkê vê deverê re bîne û sînorên Pişder, Bêtwên û Merge bi hev ve girê bide. Ev yek dê tevgera welatiyan hêsan bike. Di heman demê de dê ji bo veguhestina berhemên cotkaran ên li herêmê jî pir bikêr be. Herwiha ji bo geşepêdana geştyariyê li vê herêmê jî dibe alîkar.”

Diyar kir: “Beriya çar salan di rewşeke dijwar a darayî û tendirustiyê de, ji ber belavbûna vîrusa koronayê û kirîza aborî ya ku rastî Herêma Kurdistanê hatibû, me kevirê bingehîn ê vê projeyê danî, ku xweûbextane di dema xwe de hat temamkirin û kete xizmeta welatiyan. Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku ev projeya giring bi hemû şiyanên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatiye cîbicîkirin. Xweşbextane îro em dibin şahid ku şiyana navxweyî di çêkirina rêyan de zêde bûye û kalîteya rê û piran pir bipêş ketiye. Ev yek jî dê bandorê li parastina welatiyan û pêşxistina jêrxaneya aboriyê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Plan û programên me hene bo xizmetkirina sektora rêyan li hemû navçeyên Kurdistanê, bi îzna Xwedê, bi baştirkirina rewşa darayî, emê tora rêyan ku şadaara aboriya Herêmê ye, li gorî pîvanên navdewletî zêdetir bipêş bixin. Xelkê vê deverê jî wek parçeyên din ên Kurdistanê jî qurbaniyên mezin ji bo azadî û destkeftên netewî dane, lewra xelkê vê deverê hêjayê xizmet û xizmetkirina zêdetir in.”

Amaje bi wê jî kir, “Di vê derbarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çar salên borî de li gor şiyanên heyî gelek projeyên cuda li vê deverê û deverên din yên Kurdistanê encam dane û em dê berdewam bin li ser xizmetkirina xelkê vê deverê.”

Tekez kir jî: “Di vê kabîneyê de, me hewl da ku aboriya Herêmê cihêreng bikin û ne tenê pişta xwe bi dahatên petrolê bibestin, sektorên çandinî, geştyarî û pîşesazî jî stûnên sereke yên vê bernameya aborî ne. Em dizanin ku ev herêm xwedî hemû bingehên ji bo pêşxistina van sektoran û peydakirina derfetên kar ji bo ciwanên vê herêmê ye.”

Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im veberhêner û xwediyên sermayê yên vê deverê û deverên din ên Kurdistanê bi awayekî aktîftir beşdarî veberhênanên di van beşan de bibin. Me beriya niha biryar dabû ku Desteya Veberhênanê û saziyên pêwendîdar hêsankariyên zêdetir bikin ji bo veberhênanê li deverên kêm pêşkeftî bikin û jîngehekê çêbikin ku projeyên li vê herêmê qazancê bikin û berdewam bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Di van çend salên borî de, me krîzên dijwar ên aborî û darayî derbas kirin, ez careke din spasiya xweragiriya welatiyên xweşewîst dikim. Me hemû hewlên xwe dane û hemû şiyanên xwe bikar anîne ji bo bidawîkirina vê rewşa dijwar a aborî, bi taybetî mûçeyên welatiyan di dema xwe de bê dayîn. Me hewl daye li ser bingehê destûr û rêkeftinên di navbera me de pirsgirêkên xwe li gel hikûmeta federal çareser bikin, daku mafên xwe yên destûrî û darayî dabîn bikin û zêdetir xizmeta gelê Kurdistanê bikin. Ez bi Serokwezîrê Federal birêz Mihemed Şiya Sûdanî re di pêwendiya berdewam de ne û şandên danûstandinan berdewam in li ser nehîştina astengiyan. Em di wê baweriyê de ne ku bi hev re û li ser bingeha destûr û berjewendiya giştî ya welatiyan, serwet û saman Iraq û Herêma Kurdistanê, ji bo xizmeta hemû welatiyan û pêşxistina asta xizmetguzariyan bikar bînin û pêgeha aborî ya Iraq û Herêmê li navçeyê bilind bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x