Rosneft: Dahata me li Herêma Kurdistanê zêde bûye

Herêma Kurdistanê beşek deynê xwe yê Kompaniya Rosneft a Rûsî da û di çaryeka 2019an de ji 3 milyar dolarî bo milyarek û 400 milyon dolarî daket. Herwiha dahat Rosneftê li Herêma Kurdistanê zêde bûye.

14.05.2019, Sal - 16:03

Rosneft: Dahata me li Herêma Kurdistanê zêde bûye
Nuçe Belav bike

Kompaniya Rosneft a petrolê ragihand ku deynê wan ê li Herêma Kurdistanê cara yekemîn îsal kêm bûye û milyarek û 400 milyon dolar deynê wan maye. Heta meha Kanûna 2018an jî Herêma Kurdistanê bo 3 milyar dolarî deyndarê Kompaniya Rostneftê bû.

Igor Sechin ê nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn rêveberiya Kompaniya Rosneftê dike, beşek petrola ji Herêma Kurdistanê dikire bo parzîngehên Almanyayê vediguhezîne.

Kompaniya Rosneftê herwiha diyar kir ku di sala 2019an de qaberaya wan a petrol û dahata wan li Herêma Kurdistanê zêde bûye.

Rosneft bilindbûna qezanca xwe bi zêdebûna asta berhemanîna petrolê ji bîran ve girê dide û herwiha amaje ki ku aramiya bazarê jî bandoreke erênî li ser dahata wan dike.

Komapaniya Rosneftê di sala 2017an de ligel Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêşxistina hevkariya stratejî de rêkeftineke bo heyam 20 salan îmze kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1031 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:06:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x