Zêdetirî 32 hezar kompaniyan li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin

Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 32 hezar kompaniyan hatine tomarkirin, ji wê hejmarê jî sê hezar û 362 kompanî biyanî ne.

10.01.2024, Çar - 07:28

Zêdetirî 32 hezar kompaniyan li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin
Nuçe Belav bike

Di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, sîstema tomarkirina kompaniyan bûye eliktironî û mezaxtiyê damezrandina wan jî sedî 80 hatiye kêmkirin, ev jî wesa dike ku rêjeyeka zêdetir a kompaniyên biyanî berê xwe bide Herêma Kurdistanê.

Birêveberê Giştî yê Tomara Kompaniyan li Herêma Kurdistanê Bilind Mihemed ji ajansa K24ê re ragehand, “Kompaniyên biyanî li Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de kar dikin, wekî warên çandinê, petrolê, weberhênanê û rê û cadeyan. Sermayeyên wan ji 500 heta milyon dolaran û zêdetir e, ku gelek mifa ji bo peydakirina derfetên karî li Herêma Kurdistanê heye”.

Li dû amara fermî ya Birêveberiya Tomara Kompaniyan, di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 10 hezar û 510 kompanî hatine tomarkirin. Bi rengekê giştî, 32 hezar û 166 kompanî li Herêma Kurdistanê hene, ku 28 hezar û 804 ji wan navxweyî û sê hezar 362 jî biyanî ne.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:37:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x