Kurdistan: 47 kes bi koronayê ketin û kesek jî mir

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Silêmaniyên 35, li herêma Germiyan 6 kes ûl i Raperînê jî kesek bi koronayê ketin. Herwiha Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand ku kesekî din bi koronayê li canê xwe ji dest da.

03.06.2020, Çar - 06:45

Kurdistan: 47 kes bi koronayê ketin û kesek jî mir
Nuçe Belav bike

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku di berdewamiya wergirtina pişkinînên koronayê de, 42 haletên nû yên tûşbûna vîrusa COVID-19 li Silêmaniyê û herdu heremên Germiyan û Raperîn hatine tomarkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê de hate gotin ku kesên li Silêmaniyê ketine 11 ji wan berkevtiyên tûşbûyên berê ne û 24 kesên din nîşaneyên nexweşiyê pê re hebûne û encama pişkinînên wan pozîtîv derketiye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ji wan her şeş tûbûyên li Germiyanê sê jin in û zilamin û yek jî zarokek 9 salî ye.

Derbarê sedema tûşbûnê de jî hat diyar kirin ku ew herşeş jî berkevtiyên tûşbûyên berê ne.

Ew kesî li Raperînê jî kesekî 50 salî ye û xelkê Ranyayê ye.

Di 24 saetan de 8 kes mirin

Ji aliyê din ve di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de, li başûrê Kurdistanê 8 kesan ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan, ku du ji wan li Hewlêrê bûne, û penç li Silêmaniyê û yekî din jî li Kifrî bûye, wan hemû kesan berî niha nexweşiyên dem dirêj bi wan re hebûne.  

Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, ku li Hewlêrê rewşa 4 tûşbûyên din ne cîgire, û herwiha balkişande ser wê yekê jî, ku ew 2 kesên li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dane, temenê yekî ji wan 51 sal, û yê din 70 salî bûye.

Dr. Dilovan Mihemed diyar kir, ku ew kesê jiyana xwe ji dest daye, pêwistî bi oksîjênê hebûye, û bi şêweyekî tûnd vîrusê ew girtibû û herwiha gurçikên wî jî ji kar ketibûn.

Li gorî amarên herî dawîn yên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha 788 kes bi korona ketine û ji wê hejmarê 434 kes baş bûne.

Bi mirina vî nexweşê korona re li Hewlêrê, hejmara tûşbûyên korona yên ku ji detspêkê ve heta niha li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, gihişte 14 kesan.


 

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1166 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:22:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x