Serokwezîr: Sîstema tenduristiyê hîn ya serdema Sedam e

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Dil û konferansa Nexweşiya Dil li Hewlêrê ragihand, hikûmet nikare hemû pêdiviyên sektora tenduristiyê peyda bike.

22.12.2016, Per - 13:06

Serokwezîr: Sîstema tenduristiyê hîn ya serdema Sedam e
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê li kongireya tenduristî de li bajarê Hewlêrê ragihand ku, sîstema tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê sîstemeke kevin e û ya serdema rêjîma Beis e.

Nêçîrvan Barzanî aşkere kir ku, li gor sîstema hikûmetê hemû erk, girtine ser xwe, lê belê nikare hemû pêdîyan peyda bike û bi pêwîst jî zanî ku girîngî bi sektora taybet û bi raybet jî sektora tendiristî bidin.

Herwek Barzanî ragihand ku, divê pêdaçûnê bi sîstema tendiristî bikin ku beşekê vê îdarî û beşke jî yasayî ye.

Nêçîrvan Barzanîd di beşeke gotinên xwe de amaje bi werzişê û rola werzişê li ser tenduristiya mirovan kir û bi henekan got: “Ez niha werzişê dikim û wezîrê tendiristiyê, Dr. rêkewt Heme Reşîd wek min nikare bibeze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:50:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x