Wezîrê Tenduristiyê: Li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber nexweşiya kolerayê nemiriye

Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hejmara pêketiyên kolerayê li Herêma Kurdistanê gihîştiye 30 kesan, lê heta niha ti haleteke mirinê rû nedaye.

18.09.2023, Pts - 11:24

Wezîrê Tenduristiyê: Li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber nexweşiya kolerayê nemiriye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, li gorî amarên dawî, 30 haletên nexweşiya kolerayê li parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê daxwaz ji welatiyan kir, eger bi zikçûnê ketin û pêwîstiya wan bi çareseriya bijîşkî hebû, bila bilez serdana nexweşxane û navendên tenduristiyê bikin.

Dr. Saman Berzencî da zanîn, wan komîteyeke bilind ava kirine û bi wezaret û aliyên peywendîdar re di hevahengiyê de ne. Got jî, wan raporek ji bo rûbirûna kolerayê amade kirine û dê roja Çarşema bê di civîna Encûmena Wezîran de pêşkêş bikin.

Got jî: “Hin tedbîr hene ku divê niha ji bo kêmkirina haletên nexweşiyê bêne girtin. Di raporê de jî, me çend pêşniyarên demdirêj û çakkirina çavkaniyên ava vexwarinê jî pêşkêş kirine.”

Wezîrê Tendirustiyê got jî: “Bi bidawîbûna demsala havînê û destpêkirina demsala payîz û zivistanê, nexweşiya kolerayê dê nemîne, lê ev nayê wê wateyê ku nexweşiya kolera bi temamî li Iraq û Herêma Kurdistanê nemaye, belku di salên pêş de dê dîsa derkeve.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:45:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x