Rêxistina Tenduristîya Cîhanî di çarçoveya rûbrûbûna Vayrosa Koronayê de karwaneka dî ji alîkarîyên pizîşkî gehande rojavayê Kurdistanê.
Rêxistina Tenduristîya Cîhanî li ser tiwîterê belav kirîye, wan karwaneka nû ji alîkarîyan ku ji bîst tenên alîkarîyên pizîşkî li xwe digirt bo bajarê Qamişlo şandye.
Li gor wê rêxistinê ev dibe duyemîn karwan di du hefteyan de ku bo wî bajarî dişînin.
belav jî kirîye ew alîkarî di çarçoveya rûbrûbûna Vayrosa Koronayê de hatine şandin û li navendên tendurîstîyê li bakurê rojhlatê Sûriyê dê werin belav kirin.