Rojnamegeriya Kurdî 126 salî ye

Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

22.04.2024, Pts - 10:05

Rojnamegeriya Kurdî 126 salî ye
Nuçe Belav bike

Di sala 1898an de wate 126 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê Kurd Miqdat Mîdhet Bedirxan rojanemya bi navê “Kurdistan” derxist.

Îro hevdem li gel derketina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ku 126 sal di ser wê rojê re derbas bûn, 26 sal jî di ser damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê re derbas dibin.

22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, ji ber ku “Rojnameya Kurdistan” rojeke wekî îro dest bi weşanê kir.

126 sal berê ango di sala 1898an de Miqdad Mîthed Bedirxan cara yekemîn li Paytexta Misirê Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.

Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar çap kirin.

Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî, Miqdat Midhet Bedirxan nekarî rojnameyê berdewam bike.

Ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir.

Hejmarên yekemîn heta 5emîn li Qahîreyê, 6emîn heta 19emîn li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê, 20emîn heta 23emîn careke din li Qahîreyê, hejmara 24ê li Londonê, 25ê heta 29ê li Îngilistanê û hejmarên 30 û 31ê jî dîsa li Cinêvê hatin çapkirin û weşandin.

Piştî rojnameya Kurdistan bi rêzê rojnameyên Şerq û Kurdistan, Amîd-î Sevda, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û Kovara Jîn û herwiha rojnameyên bi navê Kurdistan û Jîn hatine çapkirin.

75 salan piştî derketina rojnameya Kurdistanê, di 1973yan de li Başûrê Kurdistanê, 22yê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran rojname û kovarên Kurdî derketine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 144 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:18:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x