Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê, duh yekem berfa demsalê bariya.
Li Bakurê Kurdistanê çend roj in hewa sar bûye û pileya germê daketiye.
Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê du roj in baran dibare.
Li parêzgeha Wanê jî çend roj in baraneke gur dibare û li herêmên bilind berf bariya.
Li çiyayên derdora Geliyê Qarapetê yê li ser rêya Miks û Wanê berf barî û çiya spî bûn.