Em jibo alîkariya birakên xwe yên mexdûr bibin seferber

Tevgera Azadî, PAK, PDK-Bakûr û PSK bi weşana belavokek hevpar ji bo afetzedeyên erdheja Kurdistan banga hestiyariyê kirin.

17.11.2017, Cum - 07:57

Em jibo alîkariya birakên xwe yên mexdûr bibin seferber
Nuçe Belav bike

Ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê em seferber bibin. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di şeva 12'yê Mijdara 2017'an erdhejeke bihêz rûda.

Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kîrmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me.
Li Rojhilatê Kurdistanê 530 kesan , li Başûrê Kurdistanê jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 7500 kesan , li Başûrê Kurdistanê jî ji zêdetirî 500 kesan birîndar bûne.

Piştî erdhejê, me weke partî û hereketên Kurdistanî gelek hewl da ku bi awayekî kampanyaya alîkarîyê wekin û vê alîkarîyê bigihînin gele xwe yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Herweha em dizanin gelek dezgehên sivîl jî hewl dane ku alîkarîyê bişînin. Lê mixabin Dewleta Tirkîyeyê weke resmî û fiîlî gelek astengîyan derdixe û ji ber wê jî kampanyayên alîkarîyê nikarin birêve biçin.

Ji bo alîkarî gîhandina Kîrmanşanê jî, Dewleta Îranê rê nadê ku, bêyî Dewleta Îranê alîkarî ji derve bigihêje cîhên erdhejê. Partîyên Rojhilatê Kurdistanê jî bale dikşînin ser vê helwesta dijminane ya dewleta Îranê

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê û Îranê dikin ku, rê li ber alîkarîyên mirovî vekin. Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û hemû dezgehên navnetewî dikin ku zûtirîn wext alîkarîya pêwîst bihigînin gele me yê li navçeyên erdhejê û bi taybetî zextên xwe li ser Îranê bijdînin.

Em bangî gele xwe yê li her çar perçeyên Kurdistanê, li Ewrûpa û li welatên din din yê cîhanê dikin ku, bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê, bi rêya dezgehên sivîl yên Kurd û Ewrûpîyan alîkarîyan bigihînin cîhên erdhejê.
Herweha her partî û dezgehên sivîl dikarin bi rêyên fiîlî, alîkarîyên madî û yên pêwîst berhev bikin û bigihînin mexdûrên erdhejê.
Ji bo alikarî û lêxwedîderketina gelê me yê mexdûrê erdhejê ,çi ji deste kê tê divê em seferber bibin.

Hereketa Azadî,PAK, PDK-Bakur, PSK

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1710 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x