Ji bo bakurê welêt hişyariya berf û baranê hat dayîn

Ji bilî Mêrdîn, Erdexan û Erzinganê ji bo piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê hat dayîn.

06.04.2024, Cts - 10:04

Ji bo bakurê welêt hişyariya berf û baranê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Ji bo deverên bilind ên parêzgehên Serhedê jî hişyariya berfê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê li Bakurê Kurdistanê ji bilî parêzgehên Mêrdîn, Erdexan û Erzinganê baran bibare.

Li gorî pêşbîniyên saziya keşnasiyê dê li herêmên bilind ên Serhedê tevî baranê berf jî bibare.

Saziyê ji bo beşek ji parêzgehên Serhedê hişyariya aşûtan û ji ber helîna berfê û barîna baranê jî hişyariya lehî û hezazê da.

Saziyê herwiha ji welatiyan xwestiye ku li hemberî bandorên neyînî yên avhewayê hişyar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

Li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê rewşa avhewayê wiha ye:

Amed:

Germahî 22 pile ye û dem bi dem baran dibare û birûsk vedidin.

Dîlok:

Germahî 24 pile ye û bi ewr û ji îşev û pê ve baran dibare.

Sêrt:

Germahî 23 pile ye û ji îşev û pê ve baran dibare.

Riha:

Germahî 25 pile ye û ji şevê pê ve baran dibare û birûsk vedidin.

Wan:

Germahî 17 pile ye û gelekî bi ewr e. Nava rojê dem bi dem baran dibare û birûsk vedidin.

Qers:

Germahî 12 pile ye. Dem bi dem baran dibare û li deverên bilind jî berf û baran bi hev re dibarin.

Meletî:

Germahî 20 pile ye. Ji şevê û pê ve dem bi dem baran dibare.

 

Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:30:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x