Ji bo gelek bajaran hişyariya baran, aşût û lehiyê

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo gelek bajaran hişyariya barana gur da.

13.02.2024, Sal - 06:55

Ji bo gelek bajaran hişyariya baran, aşût û lehiyê
Nuçe Belav bike

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û serma berdewam dikin û pileya germê di navbera 2-5 pileyan de dadikeve.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo bajarên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Amed, Sêrt û Colemêrg, Antalya, Stenbol, Kirklarelî, Edîrne, Kocaelî û Gîresunê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ji xelkê xwest ku ji bo egera lehî, brûsk, teyrok, bahoz û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên pêwîst wergirin.

Herwiha ji bo Wan, Colemêrg û Bedlîsê hişyariya aşûtê hat dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:30:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x