Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê dest pê kir

Li Erdexan a Bakurê Kurdistanê, barîna berfê dest pê kiriye û di trafîkê de astengî çê dibin.

21.10.2022, Cum - 11:02

Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê dest pê kir
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Erdexanê, piştî ku doh baraneke zêde barî îro 21ê Cotmehê li herêmên bilind û çiyayî barîna berfê dest pê kir. Bi taybetî li ser rêya Erdexan-Şavşatê berfeke zêde bariye û ji ber berf û pûkê çûnûhatina otomobîlan bi zehmetî birêve diçe.

Li herêmê herwiha mijeke zêde jî heye. Saziya Rêyên Bêjahî ji bo paqijkirina rê dest bi xebatan kiriye û berpirsên bajêr ji şofêran daxwaz kirin, tedbîrên pêwîst werbigrin.

Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, doh 20ê Cotmehê bo 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna barana zêde, ba û bahozê û bo cihên bilind jî hişyariya berfê dabû û ragihandibû, di nava vê hefteyê de divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x