2 ciwanên Kurd ji Mexrîbê bi avjeniyê xwe gihandin Îspanyayê

Du ciwanên Kurd ên ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji Mexrîbê bi avjeniyê xwe gihandin Îspanyayê.

27.06.2023, Sal - 06:57

2 ciwanên Kurd ji Mexrîbê bi avjeniyê xwe gihandin Îspanyayê
Nuçe Belav bike

Ciwanên Kurd ên bi navên Ehmed û Xalid rojane dihatin peravên bajarê Finîdîq ê Mexribê ku hemberê wê jî peravên Îspanya ye, çavdêriya peravan dikirinn.

Herdu ciwann ku ji Kobanê bi otomobîlê xwe gihandine Libnanê, ji Libnanê bi balefirê çûne Lîbya, ji wir jî bi qaçaxî derbasî Cezayirê bûne, ji wir jî bi qaçaxî xwe gihandine Mexirbê.

Roja şemiyê 24ê vê mehê, serê sibehê xwe davêjin nav deryayê û ji Mexribê berê xwe didin Îspanyayê.

Xalid Omer got “Ev alî Mexrîb e. Vê sibehê saet 7:35 deqeyan de em daketin kêleka rê û rê tije leşker bûn. Me xwe lê qelibandin, leşkeran dan şopa me lê me xwe xelas kir.”

Xalid û Ehmed ji ber ku qaçaxçiyan 11 hezar dolarên wan birin, neçar bûn bi avjeniyê berê xwe bidin Îspanyayê.

Herdu ciwanên Kobanî 4 demijmêran di nav deryayê de man, gelek zehmetî dîtin.

Li dawiyê herdu ciwanên Kobanê karîn xwe bigihînin bajarê Sebte yê Ispanyayê û bihna xwe li peravên wî bajarî vedin.

Xalid Omer dibêje “Em bi xêr û silamet gihîştin Îspanyayê. Ehmet hê di avê de maye. Nêzikî 20-30 metre man pêlên deryayê berovajî hatin. Em pir westiyan, em digot em nafilitin. Welle ez pir tirsiyam.”

Ehmed û Xalid bi gihiştina xwe ji bo Îspanyayê kêfxweş bûn.

Ehmed Bekî diyar kir “Em çar saet di avê de man. Em 9 kîlometre hatin. Xwedê em xelas kirin.”

Xalid Omer ragihand “Em egelek westiyan. Pêlên deryayê berovajî hatin. 20-30 metre man em paş de dibirin. Me bi halekî xwe derxistin.”

Niha herdu ciwan di kampeke koçberan de li wî welatî dimînin, li hêviya wê yekê ne ku mafê penabertiyê werbigrin û dest bi jiyaneke nû bikin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:41:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x