Geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berê xwe dane Wanê

Bi hatina Cejna Qurbanê qelebalixiya geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser cadeyên Wan a Bakurê Kurdistanê zêde bûye.

08.07.2022, Cum - 14:12

Geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berê xwe dane Wanê
Nuçe Belav bike

Bi hatina Cejna Qurbanê qelebalixiya geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser cadeyên Wan a Bakurê Kurdistanê zêde bûye. Ew di her bêhnvadên û cejnan de berê xwe didine Wanê û bo bihurandina demeke xweş serdana vê parêzgehê dikin. Îsal 155.500 geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê serdana Wanê kirine.

Ji sedî 20ê dahata giştî ya Wanê ji sektora geştiyariyê ye. Geştiyar beşeke zêde ya pêdiviyên xwe jî ji dikanên Wanê dikirin. Vê yekê jî bazara dikandar û esnafan geş û dilê wan jî xweş kiriye.

Dikandar Xetîb Kiliç li ser hatina geştyaran got, “Hatina geştiyarên Îranî bo Wanê û serdana wan bo dikanên me bi rastî jî sûdeke zêde digehîne me. Di warê dabînkirina derfetên kar li dikan,xwaringe û otelan jî bandoreke mezin çêkiriye. Hêviya me ew e ev yek berdewam be.”

Li Wanê bi giştî 200 otel hene ku pêşwaziyê li geştiyaran dikin. Nirx jî li gor bajarên geştiyarî yên Tirkiye gelek erzantir in. Geştiyar vê yekê bo geşteke çend rojî weke derfetekê dibînin.

Geştiyara Îranî Meryem Kerimi anî ziman, “Ew kompanyaya em pêhatine gelekî baş e. Otela me gelekî baş e. Wan jî gelek taybet e û bazarên wê gelek balkêş in. Ji hemû aliyan ve gelek baş e.”

Parêzgeha Wanê bi gol, girav û şûnwarên xwe yên dîrokî yek ji navendên herî girîng ên geştiyariya Bakurê Kurdistanê ye û her ku diçe bêhtir bala geştiyaran dikişîne. Li gor amarên Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Wanê di yekem hefteya Tîrmeha îsal de 10 hezar û ji Çileya îsal ve jî bi giştî 155 hezar û 500 geştiyaran ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serdana Wanê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 585 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:44:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x