Hat îddiakirin ku hewl dane Kosret Resûl bikujin!

Endamê YNK'ê Ferîd Zamdar îddia kir ku hinek kesên ku nav YNK'ê de cih digirin xwestin ku Kosret Resûl bikujin.

25.11.2017, Cts - 09:33

Hat îddiakirin ku hewl dane Kosret Resûl bikujin!
Nuçe Belav bike

Nivîskar û endamê berê yê buroya medyayê ya YNK'ê Ferîd Zamdar got, grûpek li nav YNK'ê de dixwaze bi awayekî derqanûnî YNK'ê zeft bike. Helbet sebeba vê yekê jî nemana polîtburoyê ye. Karekî xelet bû ku rêveberiya YNK'ê polîtburo hilweşand.

Di berdevama gotinên xwe de Ferîd Zamdar, her wiha got, alîgir û endamên YNK'ê jî mîna polîtburoya wê partiyê hatine bêdengkirin. Ti kes nawêre behsa rêkeftina 16 Cotmehê bike. Li Kerkûkê xiyanet kirin niha jî dibêjin “li Kerkûkê desthilata Kurdan bi qasî polîsekî jî nîne!”

Zamdar ku dostekî nêzîk yê Mam Celal bû, da xuyakirin ku Îranê dest daniye ser YNK'ê û got, YNK bi temamî ketiye nav lepê Îranê. Tenê Kosret Resûl dikare li hember Îranê raweste, ew jî nexweş e. Em li bendê ew vegere û rewşa YNK'ê biguherîne.

Wî nivîskarî eşkere kir ku grûpa xiyaneta 16 Cotmehê xwastibûn Kosret Resûl bikujin û got, dema Kosret Resûl nexweş ket yek ji endamên wê grûpê neçûn dîtina wî, xwastibûn wî bikujin.

Li gorî Ferîd Zamdar, grûpa xiyanetkar bi rêya îstixbarata YNK'ê neyar û dengên li dijî xwe serkut dike.

Wî dostê nêzîkê Mam Celal ragihand ku YNK dê rojekî biteqe çimkî endam û alîgirên YNK'ê gelekî nîgeran bûne û got, divê xiyanetkar bên cezakirin. Êdî kes guh nade rayedarên YNKê. Rewşa YNKê wisa xirab bûye ku Mehmûd Sengawî dibêje êdî em nikarin YNKê birêvebibin. Divê alîgir û encamên YNKê rabin û nehêlin xwîna şehîdan neyê firotin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:02:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x