Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî û serokê Komel Alî Bapîr Jibo Referandûma Serxwebûnê çûn liser sindoqê û dengê erê bikar anîn.
Piştê dengdana xwe ya referandûma Serxwebûna Kurdistan Alî Bapîr daxûyaniya xwe de got; "Mafê gellê Kurdistanê jî heye ku wek gelên din azad bijîn. Hêvî dikim ku hemû alî biçin li ser sindoqan û bi coş dengdana xwe pêk bînin."
Hat ragihandin ku Serokê Goranê jî jibo referandûmê dengê erê bikar aniye.